Şirnex– Di ser komkujiya Roboskiyê re 14 sal borîn. Li şûna kujer bên darizandin, ser dosyayan girtin û kujer hatin parastin. Rayedarên dewletê li şûna edaletê pêş bixin, sûdê ji xemsariya siyasetê û parêzeran digirin û bi dayîna kadroya kar dixwazin pêşiya lêgerîna malbatan a edaletê bigirin.
Şeva 28ê Kanûna 2011an bi balefirên şer ên dewletê 17 jê zarok 34 şêniyên gundê Roboskiyê yên navçeya Qileban a Şirnexê hatibûn kuştin. Di ser komkujiya Roboskiyê re 14 sal borîn. Weke sedan komkujiyên li Tirkiyeyê di komkujiya Roboskiyê de jî kiryar nehatin darizandin. Darizandin li aliyekî rêyên darizandina kiryaran a li nava Tirkiyeyê hatin girtin. Piştî rê li darizandinê hat girtin, hemû rêyên debara malbatan jî hatin girtin. Niha rayedarên dewletê serî li lîstikên berê didin û bi xapandinê kar didin xizmên kuştiyên Roboskiyê.
Dewlet ji xemsariya parêzer û siyasetê sûdêi digire
Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyê bi daxwaza komisyona hiqûqê ya HDPê ji aliyê Baroya Şirnexê ve hat destpêkirin. Di sala 2014an de piştî ku Dozgeriya Leşkerî ya Tirkiyeyê biryara ‘hewceyî bi lêpirsînê tuneye’ da ji aliyê dewletê ve doz hat nixumandin. Li ser vê yekê, li ser navê malbatan serlêdanên takekesî ji bo Dadgeha Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) hat kirin. Di sala 2016an de Dadgeha Bingehîn ya Tirkiyeyê ji ber ku di dosyayê de kêmasî hene û parêzerên hatine peywirdarin dosya bi kêmasî dane dadgehê, serlêdan malbatan red kir. Li ser vê biryarê di navbera Komîsyona Hiqûqê ya HDPê û Baroya Şirnexê de nîqaşa sûcbarkirinê derket. Her wiha ji aliyê Hevseroka HDPê ya Berê Pervîn Bûldan ve, jî ev kêmasî hat qebûlkirin û rexnedayînek devkî hat dayîn. Li ser redkirina serlêdanê ya Dadgeha Bingehîn parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê da. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bi hinceta, ‘di dozê de rêyên hiqûqê yên navxweyî’ nehatine bidawîkirin serlêdana malbatan red kir. Bi vê biryarê hemû rêyên edaletê yên malbatên Roboskiyê hatin girtin û doza edaletê ya malbatên Roboskiyê hat birawîkirin.
Doza li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hêviyek nû derxist holê
Her ku rêyên edaletê yên Komkujiya Roboskiyê li pêşiya malbatan hat girtin, malbatan serî li rêbazek nû da. Li ser navê malbatan Parêzer Kerem Altinparmak di sala 2024an de serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da û komîteyê ev serlêdan qebûl kir. Piştî ku komîteyê serlêdana malbatan qebûl kir, ji Tirkiyeyê derbarê komkujiyê de parastin xwest û Tirkiyeyê jî parastina xwe ji komîteyê re şand. Lê heya niha Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî derbarê komkujiyê de biryarek nedaye.
Li şûna edaletê pêk bîne kar didin malbatan
Piştî ku Komkujiya Roboskiyê pêk hat, rayedarên dewletê hewl da bi dayîna tazmînatê serê buyerê bigire û ev daxwaza xwe ji malbatan re ragihand. Malbatên Roboskiyê ev yek destpêkê red kir. Piştî ku doza malbatan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrxwpayê (DMME) hat redkirin, di çarçoveya qanûna 5233an de malbatan pêşniyara rayerarên dewletê qebûl kir. 33 malbatên ku xizmên wan hatine kuştin pêşniyara rayedarên dewletê ya di çarçoveya qanûna 5233an qebûl kir û ji her malbatê 2 kes di saziyên dewletê de weke karker hatin bicihkirin. Tenê malbateke ku di Komkujiya Roboskiyê de xizmê xwe winda kirî ev pêşniyara rayedarên dewletê red kir û 33 malbatên karkeriya dewletê qebûl kir. Li aliyê din tazmînata pereyan ku dewletê da qebûl kirin pere wergirtin. Malbatê ku kar qebûl kirin destnîşan dikin ku eger doza serlêdanê ya jibo AYM û DMMEyê bi awayek rêk û pêk hatiba kirin, dê kar qebûl nekirana. Malbat diyar dikin ku ji ber rêya hiqûqî li pêşiya wan hat girtin, neçar man ku pêşniyara dewletê ya kar û tazmînatê qebûl bikin. Malbat destnîşan dinin sedema vê helwesta wan sersariya Baroya Şirnex û Komîsyona Hiqûqê ya HDPê ye.
Hem edalet pêk neanîn û hem jî rêya bazirganiyê girtin
Rayedarên dewletê, li Kurdistanê rêyên aboriyê li pêşiya gelê Kurd qût dike. Bi taybetî jî li bajarên li ser sînor vê yekê pêk tîne. Gundê Roboskiyê jî li ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê ye. Gundiyên ku berê sewalkarî û çandinî dikirin bi avakirina qeleqol û bi cihbûna leşkerên li herêmê êdî nekarîn debara xwe bi sewalkarî û bazirganiyê bikin. Di gundê xwe de hatine tecrîdkirin û dorpêçkirin. Dema 34 welatî çûbûn başûrê Kurdistanê li ser sînor hatin kuştin. Piştî komkujiyê êdî hemû rêyên debara balbatên Roboskiyê hatin girtin. Rayedarên dewletê xizmên windahiyan mecbûrî xwe kirin ku ew pêşniyara dewletê ya girtina kar qebûl bike. Hêzên girêdayî dewletê ku Roboskiyê komkijî pêk anî, li aliyekî pêşiya lêgerîna edaletê girt, li aliyê din bi rêya kar dixwaze wan bêdeng bike.













