Arkeologê Fransî François Desset, nivîsa Elamî ya ku tê zanîn temenê wê zêdetirî 4 hezar sal e û demeke dirêj nehatibû çareserkirin, deşifre kir.
Ev pergala nivîsê ya ku di sala 1903yan de li bajarê Şûşê yê li başûrê rojavayê Îranê di dema kolandinên Fransiyan de hatibû dîtin, ji 77 nîşanên cuda pêk tê û wekî “yekane pergala nivîsê ya xwemalî ya taybet bi Îranê” tê pênasekirin.
Nivîsa Elamî ya lînear ku di serdema antîk de ji aliyê şaristaniya Elamê ve dihat bikaranîn, parçeyek ji çandeke wisa bû ku bi Mezopotamyayê re di pêşbaziyê de bû.
Li gorî daxuyaniya Desset ku ji AFPê re daye, pergalên din ên nivîsê bizmarî, alfabeya Erebî yan jî alfabeya Yewnanî yên ku di dîroka Îranê de hatine bikaranîn ji derve hatine; lê nivîsa Elamî bi tevahî berhemeke geşedana xwemalî xwecihî ye.
Ev çareseriya Desset, bi taybetî piştî lêkolînkirina berhemên di koleksiyona Mahboubian a li Londonê de di sala 2015’an pêkan bû. Lêkolîner diyar kir ku di çareserkirina nivîsê de navên taybet roleke diyarker lîstine û navê kral Şîlhaha yê ku li derdora salên 1950 (B.Z.) hikum ajotiye, bûye mifteya çareseriyê. Ji ber vê serkeftinê, Desset dişibînin Jean-François Champollion ê ku hîeroglîfên Misrê deşifre kiribûn.
Lêkolînerê ku niha bi Zanîngeha Liège ya Belçîkayê re dixebite, hejmara metnên naskirî yên bi nivîsa Elamî gihand du qatan û pêşketineke akademîk a girîng pêk anî. Tê gotin ku ev geşedan dikare deriyekî ji bo deşifrekirina nivîsên “proto-Elamî” yên hîn kevntir jî veke.
Ji aliyê din ve, di hin çavkaniyên dîrokî û çandî yên Kurdî de, Elamî di nav bav û kalên Kurdan de têne hesibandin.
Her çend ev nêrîn di dorhêlên akademîk de cihê nîqaşê be jî, wekî parçeyek ji nîqaşên berdewamiya dîrokî ya di navbera gelên qedîm ên herêmê de derdikeve pêş. Zimanê ku Elamiyan bikar aniye, ji aliyê piraniya lêkolîneran ve wekî zimanekî serbixwe tê girtin.
Şaristaniya Elamê (B.Z. 3200 – 539), di serdema antîk de bi bingehîn li herêma ku îro parêzgehên Xûzistan û parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê lê ne, hatibû avakirin. Elam, ango bi navê xwe yê din Îlam, îro jî wekî herêmeke Rojhilat navê xwe diparêze.
Hejmareke kêm a lêkolînên arkeolojîk û hin dîtin nîşan didin ku li Îlamê niştecihbûna mirovan digihîje 6.000 sal berê. Belgeyên dîrokî derdixin holê ku parêzgeha Îlamê parçeyek ji Împeratoriya Elamê ya antîk bûye.









