* Hevserokê Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê Nûrî Şêxo diyar diyar kir ku êrişên li ser taxan bi piştgirî û alîkariya Tirkiyeyê dest pê kiriye û got: “Armanca êrişan; valakirin û dagirkirina taxan e. Ji bo em taxên xwe ji nava dorpêç û êrişan derxin, hevdîtinên me didomin.”
* Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê bi beşdariya Hevşaredar Serra Bucak li otelekê li gel rojnamegerên jin bicive. (09:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê dê di çarçoveya xebatên mitînga 4ê Çileyê de li Qada Bajêr a Wanê bi girseyî daxuyaniyê bide. (12:00)
* PENa Kurd dê bi minasebeta sala nû ji nivîsakarên di girtîgehan de tên ragirtin li Postaxaneya Sûrê qert û pirtûkan bişîne. (13:00)









