• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

    Abdullah Ocalan: Sala nû bila bibe sala aştî û demokratîkbûyînê

    Merwanî: Azadî û aştî ji bo me weke hibira pênûsê ye

    Merwanî: Azadî û aştî ji bo me weke hibira pênûsê ye

    Li ser sînor kuştina sîstematîk berdewam dike: Di 20 salan de 2 hezar û 150 qurbanî

    Li ser sînor kuştina sîstematîk berdewam dike: Di 20 salan de 2 hezar û 150 qurbanî

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê KANÛNA 2025an

    Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin

    Li Amedê dê sibe dibistan di betlaneyê de bin

    Li Amedê dê sibe dibistan di betlaneyê de bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

    Abdullah Ocalan: Sala nû bila bibe sala aştî û demokratîkbûyînê

    Merwanî: Azadî û aştî ji bo me weke hibira pênûsê ye

    Merwanî: Azadî û aştî ji bo me weke hibira pênûsê ye

    Li ser sînor kuştina sîstematîk berdewam dike: Di 20 salan de 2 hezar û 150 qurbanî

    Li ser sînor kuştina sîstematîk berdewam dike: Di 20 salan de 2 hezar û 150 qurbanî

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê KANÛNA 2025an

    Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin

    Li Amedê dê sibe dibistan di betlaneyê de bin

    Li Amedê dê sibe dibistan di betlaneyê de bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pêşbirka Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîş dest pê kir

Besna Edîş - Sema Gezîcî / AW

30 KANÛN 2025 - 08:46
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan – Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Pêşbirka Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîş da destpêkirin. Endama Egîtîm Senê Olcay Çomleklî Yurdakul diyar kir ku armanca wan ew e ku balê bikişînin ser kuştina jinan û got: “Hevî û înada me ew e ku ji bo cîhanek û welatekî ku êdî jin lê neyên qetilkirin.”

Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dî 27ê Îlona 2024an de xwendakara beşa mamostetiy3e Rojîn Kabaîş winda bû. Piştî 18 rojan cenazeyê Rojîn Kabaîş li qeraxa Behra Wanê hate dîtin. Ji bo Rojîn Kabaîş li Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyê sazî û welatiyan çalakî li dar xistin û bertek nîşanî neronîkirina bûyerê dan. Şaxa Sendîkaya Egîtîm Senê ya Wanê ji bo balê bikişîne ser kuştina Rojîn Kabaîş û tevahî jinan, li Wanê di navbera 31ê Çileyê û 14ê Adara 2026an de “Pêşbirka Çirokên Jinan a Rojîn Kabaîş” li dar bixe. Serlêdana dest pê kiriye, dê serlêdan di 31ê Çile de bi dawî bibe. Ji 31ê Çile şûn ve jî çîrokên ku biçin ber destê jûriyê dê bên nirxandin û di 14ê Adarê de encam were eşkerekirin.

‘Em dixwazin bi rêya wêjeyê di rojevê de bihêlin’

Endama Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Olcay Çomleklî Yurdakul derbarê Pêşbirka Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîş de bi bîr xist ku Rojîn Kabaîş di 27ê Îlona 2024an de li Zanîngeha Wanê winda bû û 15ê Cotmehê jî cihê ku lê windabûyî gelekî dûr hat dîtin. Olcay Çomleklî Yurdakul bal kişand ser mirina biguman a Rojînê û got: “Destpêkê gotin xwe kuştiye, lê malbata wê ev yek qebûl nekir û têkoşîna edaletê dan. Em jî di xwazin piştgiriyê bidine têkoşîna malbata Rojîn Kabaîşê. Em di xwazin bi rêya wêjeyê Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine qetilkirin di rojevê de bihêlin.”

‘Armanca me ew e ku her sal bê kirin’

Olcay Çomleklî Yurdakul diyar kir ku şaxa Egîtîm Sena Wanê heya niha li ser navê jinan tiştekî bi vî awayî li dar nexistiye û got: “Li ser navê Musa Anter ku di têkoşîna aştiyê de gelekî girîng e, me pêşbirkên futbol û voleybolê pêk anîne. Ev yekemîn pêşbirk e ku li ser navê jinan tê kirin. Daxwaza me ew e ku ev Pêşbirka Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîşê her sal bê kirin.”

‘Mirineke biguman e’

Olcay Çomlekli Yurdakul diyar kir ku li gel malbata Rojîn Kabaîşê ketine nava danûstandinê û ji wan destûr xwastin e ku li ser navê Rojînê ji bo jinan pêşbirkeke wiha pêk binîn û ev yek anîn ziman: “Malbat jî bi vê yekê gelek kêfxweş bû. Tê zanîn ku di erdnigarîya me de dayik bêtir li ser keçên xwe hişyar in, lê ya Rojîn Kabaîşê herî zêde bavê wê gelek li ber xwe da û bi têkoşîna xwe ya edaletê gelek di rojevê de cih girt. Mirina Rojîn Kabaîşê mirineke bi guman bû. Ji bo têkoşîna edaletê ya malbata wê û ya tevahî civakê me jî xwest bi rêya wejeyê vê tekoşînê mezin bikin.”

Wê serlêdan du zimanî be

Olcay Çomleklî Yurdakul derbarê amadekirina pêşbirkê de ev agahî dan: “Me di xwast ku jûrîya me tevahî jin be û me ev pêk anî. Ya din jî me dixwest encamên pêşbirkê ji ber ku rojbûna Rojînê ye, di 20ê Adarê de eşkere bikin, lê ji ber ku di 20ê Adarê de Cejna Remezanê û Cejna Newrozê heye me dîroka encaman paşde da û kir 14ê Adarê. Lê dibe ku di salên bê de em di rojbûna wê de vê tiştê bikin. Mijara pêşbirkê jin e. Kesên ku ji 18 saliyê mezintir in dikarin bi çîrokên xwe serî lê bidin. Bi zaraveyê Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî û bi Tirkî dikarin serlêdanê bikin. Pêşbaz dê heta 31ê Çileya 2026an bi rêya e-postayê bişînin. Di 14ê Adara 2026an de encamên pêşbirkê dê eşkere bin û bi raya giştî re bê parvekirin.”

‘Em dixwazin herî zêde serlêdan bi Kurdî be’

Olcay Çomleklî Yurdakul axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêvîya me ew ku herî zêde çîrokên bi zaraveyên Kurmancî/Kirmanckî bê nivîsîn. Em beşdarbûneke xurt hêvî dikin. Hevî û înada me cîhanek û welateke ku êdî jin lê neyên qetilkirin e.”

Etîket: Pêşbirka Çîrokên Jinan a Rojîn KabaîşRojbîn Kabaaxa Egîtîm Sena Wanê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Nîzamettîn Kabaîş: Hêj jî telefona Rojînê venekirine

Nîzamettîn Kabaîş: Hêj jî telefona Rojînê venekirine

27 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (595)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne