Amed – Amed û gelek bajarên Kurdistanê barîna berfê berdewam dike. Berfa bênavber bariye her der bi rengê spî xemiland.
Hewayê sar ev çend roj in bandora xwe zêde dike. Pê re girêdayî taybetî li deverên bilind berfeke zêde bariya û gelek rêyên gunda asê kir. Li gel deverên bilind Bajarê Amedê jî ev 2 roj in berf dibare. Berf îro bandora xwe zêde kir û her derê bi kiraseke spî xemiland. Ji ber barîna berfê, meşa li derve hêj zehmettir bû.
Barfa li ser beden û deverên dirokî yên li navçeyên Ofîs, Bajarê Nû û Sûra Amadê dîmenên balkêş derxistin holê.














