Li Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ji ber panoyên ceryanê şewat derket.
Li Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zaningeha Dîcleyê ya Amedê ji ber panoyên ceyranê şewat derket. Şewat ji qata 10emîn dest pê kir û li qatên 9, 8 û 7emîn jî belav bû. Xebatkarên nexweşxaneyê dan zanîn ku panoyên ceyranê yên mexweşxaneyê yê herî kevnin û şewat jî ji ber vê yekê derketiye.

Xebatkarên nexweşxaneyê ji bo ewlehiyê nexweşên li nexweşxaneyê razandî ne tehliye kirin. Ji ber şewatê xizmet û sîstema tenduristiyê ya ji bo nexweşan hate rawestandin. Ji ber şewatê û dumana ku derketiye destûr nayê dayîn ku kes derbasî hundirê nexweşxaneyê bibe.
Hat zanîn ku tîmên agirkujiyê û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Nayê zan3in xesar û ziyan negîştiye kesî an na û li avahiyê xesarên madî rû daye.
Tevî hewaya sar jî nexweş û xizmên nexweşan li derve tên sekinandin û destûr nayê dayîn derbasî hundir bibin.








