• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kaya: Divê li Sûriyeyê aramî û aştî pêk were

    Kaya: Divê li Sûriyeyê aramî û aştî pêk were

    Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

    Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

    Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

    Rêveberiya Xweser: Parastina sivîlan armanca me ya pêşîn e

    Nexweşxaneya Şêxmeqsûd bi dijwarî tê topbarankirin

    Çete êrişî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dikin

    Mehmet Emîn Ekmen: Heke şer belavî Sûriyeyê bibe dê herî zêde Tirkiye jê zirarê bibîne

    Mehmet Emîn Ekmen: Heke şer belavî Sûriyeyê bibe dê herî zêde Tirkiye jê zirarê bibîne

    ‘Gelê Kurd bi yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire’

    ‘Gelê Kurd bi yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kaya: Divê li Sûriyeyê aramî û aştî pêk were

    Kaya: Divê li Sûriyeyê aramî û aştî pêk were

    Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

    Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

    Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

    Rêveberiya Xweser: Parastina sivîlan armanca me ya pêşîn e

    Nexweşxaneya Şêxmeqsûd bi dijwarî tê topbarankirin

    Çete êrişî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dikin

    Mehmet Emîn Ekmen: Heke şer belavî Sûriyeyê bibe dê herî zêde Tirkiye jê zirarê bibîne

    Mehmet Emîn Ekmen: Heke şer belavî Sûriyeyê bibe dê herî zêde Tirkiye jê zirarê bibîne

    ‘Gelê Kurd bi yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire’

    ‘Gelê Kurd bi yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çeteyên di lîsteya terorê de ne û êrişî taxên Helebê dikin kî ne?

Navenda Nûçeyan / AW

9 ÇILE 2026 - 12:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE, WÊNE
A A
Komên çete yên di lîsteya pêkanînan a navneteweyî de ne, êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyeyê û Benî Zêdê yên Helebê dikin. Gelek ji van komên çeteyan û serokên wan girêdayî dewleta Tirk in.

Piştî hilweşîna rejîma BAASê ya 8ê Kanûnê, hatibû diyarkirin ku Heyet Tahrir uş Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên di bin serokatiya Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed el Şara (Colani) de di serî de Elewî û Durzî li dijî gelên cuda êrîşên giran pêk anîne. Li hemberî van komkujiyên li pêşiya çavê hemû cîhanê kirin, nerazîbûnên navneteweyî bilind bûn û Îngilistan bû yek ji wan welatên biryara pêkanînê standiye.

Hikûmeta Îngilistanê da zanîn ku wê Tûgaya Sultan Suleyman Şah û Tûgaya Sultan Murad û fermandarên wan ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ew daxilî “artêşa” nû kirine, daxilî lîsteya pêkanînan kirine. Egerên pêkanînan jî weke binpêkirinên li dijî hiqûqa mirovahiya navneteweyî ya yên di pêvajoya şerê navxweyî de û komkujiyên di meha Adarê de yên li ser Elewiyan ên li peravên Sûriyeyê hatin nîşandan.

Hate diyarkirin ku komên berbehs berpirsiyarên kuştina nêzîkî 700 elewiyan e û hate bibîrxistin ku Neteweyên Yekbûyî jî beriya niha derbarê van avaniyan de biryara pêkanînê standibû.

Tûgayên Sûltan Suleyman Şah, Sûltan Mûrad, Hamza yên SMOyê yên ku roja îroyîn li Sûriyeya bakur û navîn beşa sereke ya artêşa Sûriyeyê pêk tînin û Tirkiye piştevaniyê dide wan Îngilistan ew xistine lîsteya pêkanînan.

Navên di lîsteya pêkanînê de cih digirin û sûcdarkirinên derheqê wan de bi vî rengî hatin ragihandin:

“Ebu Emşe (Muhammed Huseyîn el Casim): Ebu Emşe yê ku yek ji generalên pilebilind ê rêveberiya Sûriyeya nû ye, weke Fermandarê Tûgaya 62’yemîn wezîfedar e. Beriya niha fermandarê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) a Tirkiye piştgiriya dike û Tûgaya Sultan Suleyman Şah bû. Hate diyarkirin ku di Adara 20252an de beşdarî bûyerên tundiyê yên li herêmên peravî ên Sûriyeyê bûye û li ser sivîl û bi taybetî jî civaka Elewiyan înfazên kêfî pêk anîne.

Seyf Bulad Ebu Bekir (Seyf Polat): Seyf Polat ê ku di artêşa Sûriyeya nû de weke Fermandarê Tûgaya 76’emîn hate wezîfedarkirin, beriya niha di nava SMO’yê de cih girtiye û fermandarê Tûgaya Hamza bû. Hate destnîşankirin ku koma di bin rêveberiya Seyf Polat ê ku weke ‘’fermandarê Tirkan’’ tê naskirin de, tevahiya şerê navxweyî berpirsiyarê êşkence, xerac, koçberkirina bi darê zorê û bi taybetî jî binpêkirinên giran ên li herêmên Efrîn û Helebê ye.”

Hate bibîrxistin ku komên ku her du fermandaran serokatiya wan kiriye, di nava avaniya ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de cih girtine û beşdarî operasyonên leşkerî yên ji aliyê Hêzên Çekdarî ên Tirk ku li Sûriyeyê bi rê ve birine bûne. Hate diyarkirin rêveberiya nû ya piştî hilweşîna desthilatdariya malbata Esad a 53 salî hate avakirin, ev kes weke fermandarên tûgayê tayîn kirine û rûtbeya tuxgeneraliyê daye wan.

Hat diyarkirin ku komên çete yên êrişî taxên Şêxmeqsud, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê dikin, di lîsteya cezayan a navneteweyî de ne. Heman koman di navbera salên 2015 û 2016an de jî êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribûn, lê niha bi navên nû û di bin navê “hikumeta demkî” de êriş dikin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de ne êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê dewam dikin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bersiva wan êrişan didin. Di encama êrişên çeteyan de heta niha gelek kuştî û birîndar hene.

Komên çete yên tev li hêzên Hikumeta Demkî bûne û di lîsteyên cezayên navneteweyî de ne û êrişî taxên navborî dikin kî ne?

Çeteyên Nûredîn El Zenkî

Ev kom di 1ê Mijdara 2011an de hate avakirin. Girêdayî artêşa Tirk e û tev li êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê bûn ku ji 2012an heta 2016an dom kir û gelek sûc li dijî sivîlan kirin.

Li gorî gelek serçeteyên vê komê, ev kom xwedî îdeolojiya “îslama nerm” e. Lê tevger û kiryarên komê, li gorî perspektîfên irqî, mezhebî û selefî ne. Bûyera serjêkirina zarokekî filistînî ya di 19ê Tîrmeha 2019an de li taxa Şaar a Helebê, mînakeke wê ye.

Piştî wê bûyerê, Amerîka bernameya “Timber Sycamore” betal kir ku piştgirî da komên çeteyên dewleta Tirk û fînanse dikir. Li gorî gelek raporan Tirkiye bi rêya Wezareta Veguhastinê wan fînanse dike.

Çeteyên El Zenkî sala 2015an di dan û standinên aştiyê yên li Viyanayê de kete lîsteya terorê. Wê demê Urdun bi erka diyarkirin an jî sazkirina lîsteya komên terorîst rabû.

Li gorî Rêxistina Efûyê çeteyên Nûredîn El Zenkî û çeteyên 16, Cebha El Şamiye û Ehrar El Şam, salên 2014 û 2015`an rojnamevan û karmendên saziyên xêrxwaziyê yên mirovî li herêmên di bin kontrola xwe de revandine û îşkence lê kiriye. Her wiha bi tawaneke din hatin tawanbarkirin ku her kesê dijberî wan disekinî, ji banan diavêtin.

Çeteyên Nûredîn El Zenkî sala 2019an piştî şerên dijwar bi Heyet Tehrîr El Şam re xwe ji hev xist û di bin navê “Lîwa El Salês” de tev li Feyleq El Mecid bû.

Çeteyên Feyleq El Mecîd

Ev kom di sala 2017an de ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve hate avakirin. Cara yekemîn di sala 2018an de tev li êrişa li dijî Efrînê bûn ku di encamê de bajar hate dagirkirin. Piraniya êrişên komê, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Bi awayekî rastîn tev li şerên li dijî rejîma berê nebûn. Ev jî li dijî armancên komê ne ku ragihandibû armanceke wê “şerê li dijî rejîmê” ye.

Rast e, ev kom li gorî komên berê nûbû lê serçeteyê wê bi navê Yasir Ebdurehîm xwedî dîrokeke tijî sûcên li dijî gelê Sûriyeyê û Kurdan e. Serokkomarê dewleta Tirk her tim pesnê wî dida.

Ebdurehîm ji gundê Tîrmenîn ê bajarê Idlibê ye. Dema serçeteyê Feyleq El Şam, gelek dîmenên wî hene ku salên 2015 û 2016an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê sivîlan topbaran dike. Di encamê de zêdetirî 350 sivîl şehîd bûn. Her wiha bi bikaranîna çekên kîmyewî 3 caran li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê sala 2016an, tê tawanbarkirin.

Sala 2019ê çeteyên koma wî şervana YPJê Çîçek Kobanê dîl girt, wê demê wêneyek li kêleka wê kişand û ala Tirkiyeyê maç dike û gefa serjêkirinê lê dixwe. Şervan Çîçek Kobanê tev li berxwedana rûmetê bû, beriya ku li gundê Meşrefe bê girtin.

Li kêleka dan û standina xirab a bi dîlgirtiyan re, navê Ebdurehîm di gelek sûcên din de derbas dibe; serjêkirina zarokekî filistînî li Helebê û lîstina bi cenazeyê şervanên QSDê.

Çeteyên Feyleq El Mecîd bi giştî li bajarê Girê Spî yê dagirkirî ne. Destê wan di guhertina demografîk, revandin, îşkencekirina şêniyan de heye.

Her wiha çeteyên vê komê bi awayekî veşartî, li ser fermanên artêşa Tirk çûn Lîbya û Nîjerê.

Çeteyên Feyleq El Şam

Ev kom, serçeteyê li ber dilê Erdogan biha ye heta ku “El Wekîl” bi nav kir, ji ber ku ji destpêka 2016an ve tev li tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker bû ku di encamê de gelek beşên Sûriyeyê dagir kirin.

Nêzî hezar çeteyên vê komê li kêleka “Hikumeta Wîfaq Watanî” ku artêşa dewleta Tirk piştgiriya wê dike, li dijî hikumeta Lîbyayê ya din ku Rûsya piştgiriya wê dike, şer kir. Erdogan di şerê xwe yên li Qerebaxê de li kêleka Azerbeycanê li dijî Ermenistanê şer kir.

Destê wî di girtin û îşkencekirina muxalîfên li dijî hebûna artêşa Tirk ên li Sûriyeyê û Efrînê de heye.

Ev kom di Adara 2014an de weke beşeke hevalbendiya “Ceyş El Fetih” û Heyet Tehrîr El Şam hate avakirin û di havîna 2015an de navenda Idlibê kontrol kir, dû re bi HTŞê re li ser kontrolkirina gelek herêman li parêzgeha Idlibê û hin herêmên derdorê, bi hev ketin.

Çeteyên Cephe El Şamiye

Sala 2014an li Helebê hate avakirin. Tev li êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bûn, bajarê Efrînê û herêmên Şehbayê dagir kirin û bû sedema kuştin û birîndarkirina bi hezaran sivîlên li wan herêman.

Ezam Xerîb (Ebş El Iz Seraqib) serkêşiya vê komê dike. Ev serçete berpirsê kar û xebatên parêzgeha Helebê ye. Bi dizîna malên komê tê tawanbarkirin.

Sala 2021an tev li “Feyleqa Sêyemîn ê Ceyş El Watanî” bû. Ji 5 koman pêk tê. Jê ya herî girîng “Cebhe Îslamiye” ye ku li gorî daxuyaniya avakirinê sala 2013an armanc dike “Dewleta Îslamiye Reşîde” ava bike.

Her wiha di nava çeteyên vê komê de komên din ku dûre ji hev hatin xistin, hene. Mîna çeteyên “Ceyş El Mucahidîn”, “Ketaêb Nûredîn El Zenkî” yên ku qebûl nekir tev li çeteyên Feyleq El Mecid bibin, bermahiyên din ên biçûk mîna “Kombûna Îsteqêm Kema Umirt” ên ku ji ber nakokiyên hundirîn li ser diziyê û berjewendiyên kesayetî, hegemonyaya wê qels bû.

Çeteyên El Emşat û El Hemzat; “Hêza Hevbeş”

Navê vê komê ji sala 2011an ve gelek caran ji ber cudabûna jêderên fînansekirinê hatin guhertin. Destpêkê “Koma Xeta Nar” dû re “Lîwa El Sultan Silêman Şah” ku ev nav vedigere pêşiyên Osmaniyan, piştî bû yek ji komên herî zêde girêdayî artêşa Tirk û ji armancên xwe yên ku destpêkê li dijî rejîma Sûriyeyê danîn, dûr ketin û êrişî herêmên Kurdan kir.

Li gorî agahiyan, endamên îstixbarata Tirk di payîza 2016an de dema rejîma Baasê taxên rojhilatê bajarê Helebê dorpêç kirin, di baregehên çeteyên “Lîwa El Sultan Silêman Şah” de ya li taxa Hêderiye ya Helebê, asê mabûn.

Ruxmî ku xwe weke komeke Tirkmen nîşan dide, ji ber ku serçete û piraniya endamên wê ji pêkhateya Tirkmen a Sûriyeyê ne, lê di rastiyê de “Tirkên Nû” bûn.

Çeteyê “Bi Emşe” ji qebîleyên Ereb e, ne yên Tirkmen. Ji bajarê Hosa yê herêma Cibalîn a bakurê Hemayê ye. Berê ajokarê wesayîtên çandiniyê û patozan bû. Lê piştî şoreşê, veguherî kujerê gelê Sûriyeyê û ji ajandeyên Tirkiyeyê re xizmet kir.

El Hemzat yan jî “Firqeya Hemza” serçeteyê bi navê “Seyf Bûlad Ebû Bekir” serkêşiya wê dike. Sala 2016an li ser fermana Tirkiyeyê li bajarê Mareyê bi beşdariya gelek koman hate avakirin.

Erka vê komê ye ku rasterast tev li planên dewleta Tirk ji bo koçberkirina Kurdan û guhertina demografiya herêmên wan bibe. Revandina jinên Kurd û girtina wan di girtîgehên veşartî de ku bi tesadufî sala 2020an ji aliyê kesên li dijî çeteyan derketibûn, hate aşkerakirin, mijara herî zêde bal kişandiye ser vê komê ye.

Navê Ebû Bekir di kuştina çalakvan û rojnamevan Mihemed Ebdullatîf (Ebû Xenûm) û hevjîna wî ya ducanî li bajarê Babê yê bakurê Helebê sala 2022yan, derbas bû.

Bi hezaran sûc li dijî gelê Sûriyeyê kirin. Ji ber van sûcan Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê di sala 2023yan de ceza li koma El Hemzat û El Emşat birîn.

Hevkariya serçeteyên her du koman bi Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî û serokê mafyayê yê Tirk Alaattîn Çakici re heye.

Di gelek raporan de, hate diyarkirin ku çeteyên girêdayî “Tevgera Gurên Boz” (baskê çete yê MHP’ê) di nava komên El Emşat û El Hemzat de li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê şer dikin.

Çeteyên her du koman komeke hevbeş bi navê “Hêza Hevbeş” ava kir û piştî hevdîtina bi El Şerî re ji koma Îtîlafê Watanî ya Sûriyeyê qut bûn, bêyî ku sedemê diyar bikin. Hate gotin ku ev yek bi fermana Tirkiyeyê bû.

Lîwa Sûltan Mûrad

Li gorî raporan, koma çete ya bi navê Lîwa Sûltan Mûrad di navîna sala 2012an de ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hat avakirin. Tişta balkêş; navê komê ji yê sultanekî Osmanî yê herî xeternak hatiye girtin. Ji komên ku di nava Lîwa Sutlan Murad de cih digirin ev in: Lîwa Sultan Mihemed El Fatih, Lîwa Zekî Tirkmenî, Lîwa Eşbal El Eqîde. Bermahiyên çeteyên DAIŞê yên ku di dema pêngava rizgarkirina Baxozê de reviyane jî, di nava vê komê de hene. Her wiha hejmareke mezin a leşkerên Tirk û endamên îstîxbarata Tirk di nava vê komê de cih digirin. Endamên vê komê ku bi cilên “Firqeya Leşkerî” û alên çeteyên “Sûltan Mûrad” û ala Tirk tev digerin, sewqiyatên leşkerî Tirkiyeyê derbasî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî dikin.

Çeteyên Sûltan Mûrad dema bajarê Minbicê di 10ê Kanûna 2024an de dagir kirine, birîndarên şer qetil krin. Ji dîmenên hatin parvekirin, xuya dibe çeteyên vê komê ku bi zimanê erebî û tirkî diaxivin, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û sivîlên ku li pêşiya dagirkirinê digirtin qetil dikin.

Koma çete ya Sûltan Mûrad koma yekemîn e ku daxwaza dewleta Tirk a şandina çeteyên sûriyeyî ji bo şerê li Lîbyayê, Nîjer û Azerbaycanê erê kir û rê li ber çeteyên din vekirin. Ji ber diziya mûçeyan a ji aliyê serçeteyê komê ve û tevlibûna şerê li Lîbya û Nîjerê nêzî 3 hezar çete ji vê komê vekişiyan.

Çeteyên Sûltan Mîrad di dema dagirkirina Efrînê ya sala 2018an de, wêneyekî mezin ê Erdogan li Çiyayê Xer ê bajarokê Bilbilê danî.

Lîsteya çeteyên Sultan Mûrad bi sûcan tijî ye. Li Efrîn û Ezazê yên dagirkirî sûcên herî qirêj wekî revandin, destdirêj û şantajkirin dikin. Her wiha girtîgeha Raî ya herî xirab jî û gelek girtîgehên MÎTê bi rê ve dibin.

Koma Çete ya Firqet El Mûtesem

Koma çete ya bi navê Firqet El Mûtesem di havîna 2015’an de li bajarê Mari yê bakurê Helebê hat avakirin. Çeteyên vê komê destpêkê li gundewarê bakurê Laziqiyê çalak bûn, piştre HTŞ’ê ew neçar kirin ku ji biçin gundewarê bakurê Helebê.

Çeteyên Firqet El Mûtesem ketina artêşa Tirk a dagirker a nava axa Sûriyeyê hêsan kir. Her wiha beşdarî êrişên dagirkirinê yên li ser Efrîn (2018) û Girê Spî û Serêkaniyê (2019) bûn.

Li dijî serçeteyê koma Firqet El Mûtesem tawanên “xiyanet, gendelî, bikaranîna şaş a desthilatê, diziya malên şoreşê û malên giştî” hene. Ev jî tawan jî bû sedem ku di navîna 2024an de nakokiyên navxweyî di navbera wan de çêbin.

El Cebha El Weteniya Li Tehrîr

Koma çete ya bi navê El Cebha El Weteniya Litehrîr (Eniya Rizgariya Nîştimanî) di sala 2018an de hat avakirin. Di serî de çeteyên Ceyş El Nesir, Ehrar El Şerqiye û Cebhet Tehrîr Sûriye, Ceyş El Nuxbe û Siqûr El Şam ji gelek komên din ên çete pêk tê. Çeteyên van koman di sala 2015 û 2016an de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di encama van êrişan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan jî koçber bûn.

Çeteyên Ehrar El Şerqiye ya beşek ji El Cebha El Weteniya Litehrîr e, di 20ê Adara 2023yan de li bajarê Cindirêsê yê Efrînê êrişa malbata Pêşmerge ku pîrozbahiya Newrozê li dar xistibû, kir. Di encamê de ji malbatê 5 kes şehîd bûn û hejmareke din birîndar bûn. Li hemberî vê êrişên nerazîbûnên mezin derketin pêş û banga hesabpirsînê ji êrişkaran hat kirin.

Bi hilweşîna rejîma Baasê re ev kom bi fermana ji dewleta Tirk a dagirker tev li qaşo “Artêşa Sûriyeyê” bûn, lê şeklî man. Hîna jî di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de ne, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kirin û êrişa herî mezin jî li dijî Bendava Tişrînê bû.

Etîket: Hikumeta DemkîKomên Çete yên girêdayî Tirkiyeyêlîsteya terorê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

HSDê îdiayên êrîşê derewand

HSD: Çekdarên hikûmeta demkî êrîşî nuqteyeke me kir

3 ÇILE 2026
Hikumeta HTŞê çekan li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

Hikumeta HTŞê çekan li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

27 KANÛN 2025
Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

Hikûmeta demkî li Dêr Hafirê êrîşî HSDê kir

16 KANÛN 2025
Hikûmeta Demkî ya Şamê gundekî Dêr Hafirê bombebaran kir

Hikûmeta Demkî ya Şamê gundekî Dêr Hafirê bombebaran kir

23 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (329)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne