Çeteyên hikûmeta demkî li taxa Eşrefiyê ya Helebê komkujî pêk anî. Di komkujiyê de bi dehan kes bûn qurbanî.
Li gorî nûçeya ANHAyê; Komên çete yên hikumeta demkî yên ku destekê ji Tirkiyeyê digirin, li taxa Eşrefiyê ya Helebê komkujî pêk anîn. Ev komkujî duh êvarê pêk hatiye.
Ji dîmenên hatine parvekirin, cenazeyên gelek welatiyan li erdê ne û asta sûcên ku çeteyan li dijî sivîlên taxê kirine, xwe radixe ber çavan.












