TJAyê bi minasebeta salvegera kuştina jinên siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê û Pakize Nayir, Sevê Demîr û Fatma Ûyar di 5ê Çileyê 2015an li Silopiyayê hatibûn kuştin, li Amedê merasîma bîranînê li dar xist.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta salvegera komkujiyên Parîs û Silopiyayê li Navenda Çanda Dîcle û Firatê ya Amedê merasîma bîranînê li dar xist. Nûnerên saziyên jinan, partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kes tevlî merasîmê bûn Di bernameyê de li ber wêneyên jinên hatine qetilkirin mûm hatin vêxistin û qerenfîl hatin danîn. Beşdaran bi yek dengî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertî” berz kirin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Sakine Cansız, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dikir, hat pêandan.
‘Ew sembolên berxwedanê bûn’
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Amedê Adalet Kaya di bernameyê de axivî. Parlamenter Kaya destnîşan kir ku di ser “suîqesta siyasî” re 13 sal derbas bûne û wiha got: “Ev sê jinên şoreşger ne rastî êrîşeke şexsî hatin, lê belê ew bûn hedefa êrîşeke li dijî îrade û têkoşîna wekheviyê ya gelê Kurd. Armanca bingehîn a kujeran, şikandina berxwedana rêxistinkirî ya jinan bû. Veşartina delîlan û ronînekirina vê komkujiyê nîşan dide ku ev yek bi hevkariyeke navneteweyî hatiye plankirin.”
Piştî axaftina Adalet Kaya, hunermendan ji bo bîranîna her şeş jinên siyasetmedar stran gotin. Bername bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” dawî bû.














