HSDê ragihand ku çekdarên nenas ji aliyê çemê Firatê yê di bin kontrola hêzên hikûmeta demkî de ye nuqteyek wan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hedef girt.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku saet di 17.00an de çekdarên nenas ji aliyê din ê çemê Firatê yê di bin deverên hikumeta demkî de nuqteyek wan li nêzî bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hedef girtine.
Her wiha HSDê diyar kir ku êrişkaran bi RPG êriş kirinê lê tu kes di encama êrişê de birîndar nebûyê û zerarên madî çêbûnê. HSDê destnîşan kir ku hezên wan amadene ku bersiva hemû êrişan bidin.












