Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku êrişan bi dawî bikin û sivîlan biparêzin.
Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî, tekildarî êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê û hezên hikûmeta demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyeke niviskî parve kir.
Şêx Hîkmet El Hicrî êrişên li dijî taxan şermezar kir û bang li dewletên cîhanê û aliyên navneteweyî kir ku rola xwe ya bidawîkirina van binpêkirinan û êrişên li dijî pêkhateyan rawestînin. Şêx Hikmet El Hicrî destnîşan kir ku tekildarî êrişan agahiyên derew jî tên parvekirin ku rastiyê berovajî dikin û hişyarî ji bo van êrişan da û got: “Armanca êrişan guherîna demografiyeyê û li dijî pêkhateyên Sûriyeyê gefên qirkirinê ne. Em weke Seroktiya Ruhanî ya Durziyan li kêleka kurdan in ku mafên xwe yên dîrokî, erdnîgarî û mirovî bi dest bixin.”












