Xwendekarên jin ên Zanîngeha Dîcleyê li wargehên ku tê de dimînin, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê çermezar kirin.
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ku li wargeha Îyaz Bîn Ganem ya girêdayî KYKê û li wargeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dimînin ji bo şermezarkirina êrişên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê çalakî li dar xistin. Xwendekarên jin dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û çalakiya vêxistin û vemirandina çirayan pêk anîn.












