Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Germencik a Aydinê derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî da û diyar kir ku ancax bi perspektîfa Civaka Demokratîk Sûriye bibe welateke aram.
Li navçeya Germencik a Aydinê DEM Partiyê li ber avahiya xwe ya navçeyê derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê daxuyaniyek da. Daxuyaniyê de dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Rojava’ hate berzkirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Germencikê Eylem Uzumcuoglu hate xwendin.
Eylem Uzumcuoglu li ser êrîşên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê axivî û got: “Ev êrîş bi rasterast jiyana sîvîlan ji xwe re dike hedef. Ev êrîş her wiha wesfê berdewama êrîşên li ser Durzî û Elewiyan jî digire. Lê dîsa gelên Helebê serî li ber van êrîşan netewandin û bi hêzên xwe yên asayîşê ketin nav xweparastin û têkoşîneke bêhempa. Em bejna xwe li ber biryar wan ya têkoşînê ditewînin.”
Eylem Uzumcuoglu got: “Êş û azarên berê yên Sûriyeyê li holê ne, lewma divê mirov ji van êşan dersê werbigire û pêşiya êrîşan bigire. Banga me li wan kesên ku bi qarewar daxwaziya şeran dikin, heta ku hûn mirin pîrozwer bikin û jiyanê neparêzin em ê tim li hemberî we têbikoşin. Her wiha banga me li aliyên garantor û aktorên navneteweyî, wezîfe û berpirsyariya xwe ya parastina sîvîlan bi cih bînin û demildest van êrîşan bidine sekinandin.”
Eylem Uzumcuoglu wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Li Sûriyeyê aştî û aramî ancax bi perspektîfa Civaka Demokratîk pêkan e û heta civaka demokratîk pêk were em ê her di nav têkoşînê de bin.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.













