Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê li dijî êrişên taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê meş li dar xistin.
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û DBPê li dijî êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê ku girêdayî Tirkiye piştgiriya wan dike, li taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê êrişên giran pêk anîn. Ciwanên Êlihê ji bo xwedîderketina li taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li taxa Îpragaz, Baglar û Serê Gir ên Êlihê meşiyan û çalakî li dar xistin.
Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana HSDê” û ” Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.













