* Geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dê bên şopandin.
* Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên li dijî êrişên ser Helebê û Rojava dê werin şopandin.
* Endam û rêveberên PDK-Bakur, PSK û PWKê ku êrişên li dijî taxên Şexmeqsûd û Eşrefîyê şermezar kirin, diyar kirin ku divê êrişên li dijî Kurdan bên sekinandin û destnîşan kirin ku bêyî aktoriya Kurdan, îstîkrar û aramî li wê herêmê ava nabe.













