Şermezarkirinên li hemberî êrîşên bi destê Tirkiye û alîkariya hêzên navneteweyî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li dijî Kurdan pêk hatî berdewam dikin. Şêniyên bajarê Dirêbisyê li dijî êriş û sûcên çeteyan meşeke bêdeng li dar xist. Li bajarê ku dikan nehatin vekirin, şênî ji kolanên sereke yên bajar ber bi Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve meşiyan.

Girseyê di meşa bêdeng de piştgiriya ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi pankartan nîşan da. Di meşê de pankartên bi nivîsên, “Şêxmeqsûdê şêxê rûmetê ye”, “Colanî û DAIŞ rûyê yek diravî ne”, “Em hemû Ziyad Heleb in”, “Na ji terora hikumeta Şamê re”, “An mirin, an serkeftin” hatin vekirin.
Meş li pêşiya Navenda Hêzên Ewlekariyê bidawî bû.












