Rêxistina DEM Partiyê ya Farqînê êrişên li dijî taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk ji aliyekî ve dibêje aştî û ji aliyê din ve jî êrişên xwe yên li ser Rojava kêm nake. Em van hovîtiyan qebûl nakin”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Farqînê li pêşiya Mizgefta Ecem ya li navçeya Farqîn a Amedê têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî da. Nûnerên DEM Partiyê, DBPê, TJAyê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên navçeyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Silav silav ji Rojava re hezar silav” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Rêveberê DEM Partiyê yê Farqînê Niyazî Soner ê di daxuyaniyê de axivî, dewleta Tirk ji aliyekî ve dibêje aştî û ji aliyekî ve jî êrişên xwe yên li ser Rojava kêm nake û wiha got: “Di serî de em berxwedana Eşrefiyê û Şêxmexsûdê silav dikin û bejna xwe li ber şehîdên li wir ditewînin. 6 roj in li dijî gelê me yê Rojava li taxên Eşrefiyê û Şêxmexsûdê ên Helebê êriş têne kirin. Dewleta Tirk çawa ku li Kobanê destekê dida çeteyên DAIŞê îro jî li Helebê heman tiştî dike. Em li vir bangî dewleta Tirk dikin, dibêjin, bila êdî destekê nedin çeteyên DAIŞê. Ji aliyekî ve dibêjin me pêvajoyek daye destpêkirin û ji aliyekî din jî destekê didin komkujiyên Rojava. Hemû çapemeniyên wan vekirî dibêjin em bi çeteyan re ne. Em dibêjin Eşrefiye Farqîn e, Farqîn jî Şêxmexsûd e. Em bangê li hemû cîhanê dikin, sed sal in li Kurdan xiyanet tê kirin. Hemû komkujiyên ku tên kirin hûn şirîkên hemûyan e.”
‘Em van hovîtiyan qebûl nakin’
Niyazî Soner bi lêv kir ku bila kes ji bîr neke yên ku şeref û namûsa cîhanê xelas bike dîsa Kurd in û wiha domand: “DAIŞ da li hemû cîhanê bibûya bela lê Kurdan ew têk birin. Yên ku duh digotin, ‘Kobanê dikeve û ket’ Kobanê neket û bi ser ket. Bila her kes bizanibe dê Eşrefiye û Şêxmexsûd jî bi ser bikevin. Em bang li kesên ku duh ji bo Filistînê hesir dibarandin bila îro Rojava jî ji bîr nekin. Komkujiyên herî mezin li Rojava têne kirin û gelê me ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Xwişk û dayîkên me rastî destdirêjiyan hatin. Em van hovîtiyan qebûl nakin. Em ê dawiyê li cem gelê xwe yên Rojava bin.”

















