Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê, ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava nivîs li dîwaran hatin nivîsîn.
Li Taxa Îstasyon Alti ya Turgutlu, nivîsînên ku ji aliyê ciwanên DEM Partiyê ve hatin nivîsîn de, bal kişandin ser berxwedana ku li Rojava didome.
Li dîwarên taxê dirûşmên “Biji Berxwedana Rojava”, “Bi Rêbertiya azad re ber bi jiyana azad ve”, “Şehîdên Kurdistanê nemir in”, “Rojava xeta sor e”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Biji berxwedana ciwanan” hatin nivîsandin.
Ciwanan bal kişandin ser têkoşîna azadiyê ya li Rojava tê meşandin ê gotin gelê Rojava ne bi tenê ye û bang kirin ku piştgirî were mezinkirin.
Nivîsînên li herêmê hatine kirin bala niştecihên taxê jî kişand û hate ragihandin ku armanc zêdekirina hişyariya civakî ye.














