Enqere – Hevserokê PYDê Xerîb Hiso diyar kir ku di encama civîna Parîsê ya di navbera hikûmeta demkî ya Şamê, Tirkiye û Îsraîlê de pêk hat êrişên li dijî taxên Kurdan dest pê kirin û got: “Alên DAIŞê û Tirkiyeyê li her du taxan hatin rakirin. Niha tax vala ne û ji bilî çete û terorîstan tu kes li taxan tune ye.”
Komên çekdar ên giredayî hikumeta Şamê û Tirkiyeyê bi hemû derfetên şer êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Hezên Ewlehiya Hundirîn ên Helebê li dijî êrişan 6 rojan li dijî tank û topan parastina taxan kirin. Komên çekdar bi awayekî li dijî mirovî êrişî welatiyên sivîl, nexweşxane û qadên jiyanê yên mirovan kirin. Di encama êrişan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Aqûbeta zêdetirî 300 welatiyên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin ne diyar e. Welatiyên ji ber êrişan ji taxên xwe koçberî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûnê jî li bendê ne ku ewlehiya taxan pêk were û vegerin cih û warên xwe. Rêveberiya Xweser ji bo ewlehiya taxan pêk were dan û standinên xwe didomîne. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Giştî Xerîb Hiso tekildarî geşedanên dawî yên herêmê û rewşa taxan ji ajansa me re axivî.
Xerîb Hiso anî ziman ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destaneke berxwedanê hatiyê nivisîn û got ku di dîroka mirovahiyê de berxwedana Kurd dê weke dersekê were nivisîn. Xerîb Hiso bi lêv kir ku bi awayekî li dijî mirovî êriş li taxan pêk hatiye û ev tişt gotin: “Bêbextiya hemû dewlet û hezên di van êrişan de hebûn jî hemû dinyayê dît. Çeteyên giredayî Tirkiyeyê bêexlaqiyeke mezin êriş kirin. Di encamê de 2 rebaz derketin holê. Berxwedana li taxan li hemû dinayayê jî deng veda. Li dijî 2 dewletan 2 taxan 6 rojan li ber xwe da. Ev ne tiştek hêsan e. 2 dewletan bi hemû tank û çekên xwe êrişî taxan kirin. Sûcên li dijî mirovahiyê kirin. Tirkiye jî di nava vî şerî de bû.”
‘Alên DAIŞê û Tirkiyeyê li her du taxan hatin rakirin’
Xerîb Hiso da zanîn ku li her du taxan alên Tirkiye û DAIŞê bi hev re hatine rakirin û wiha pê dê çû: “Alên DAIŞê û Tirkiyeyê li her du taxan hatin rakirin. Niha tax vala ne û ji bilî çete û terorîstan tu kes li taxan tune ye. Dikevin malên welatiyan û tiştê wan didizin. Welatiyên di taxan de asê mane jî direvînin. Rewşa taxan pir biêş û giran e. Bi hezaran mal hatine ruxandin. Li her du taxan jiyan tune ye. Jiyan qetilkirin. Bi sedan kes hatin girtin û yên birîndar jî hatine revandin. Gelek kes di bin kavilên xaniyan de mane. Cenazeyên gelek kesan windane nehatine dîtin. Bi aliyên garantor û navdewletî re jî hevdîtin çêdibin. Lê piştî tax hat ruxandin û sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin hevdîtin çêbûn û dibêjin em çi bikin. Ji Dêrika Hemko heta Kobanê, Hesekê welatiyên me berê xwe dan Dêr Hafirê û li wir kesên birîndar, şehîd û welatî pêşwazî kirin. Fermandar Zeyad pêşwazî kirin û ew anîn Kobanê. Berxwedan û têkoşîna me hê jî didome. Gelê me bi meş û mîtîngan piştgiriya gelê Şêxmeqsûd dikin. Li Kurdistanê jî Kurdan bi yek helwest li dijî van êrişan dengê xwe bilind kirin. Dayîkan zarokên xwe windakirine, bavan zarokên xwe winda kirine. Di gelek malbatan de kesên winda hene. Rewş pir xirab e. Ew şer şerê qirkirina Kurdan bû. Ew şerê Ereban bi Kurdan re nîne. Ew şerê dewleta Tirk û hikumeta demkî ya li dijî gelê Kurd e. Ew ne aştiye û xwişk û biratiyê dixwazin ew şer û kuştinê dixwazin. Ji bo wê jî sûcên li dijî mirovî kirin. Divê hesap bê pirsîn.”
‘Êriş di encama peymana Parîsê de pêk hat’
Xerîb Hiso di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser civîna Parîse ya hikumeta demkî ya bi Îsraîlê re û ev tişt anî ziman: “Civînên bi hikumeta Şamê re tên kirin hemû bi dizî ne. Her ku hikumeta demkî diçe civînekê dema vêdigerê komkujiyeke pêk tînê. Bi ku ve biçin jî Tirkiye bi wan re ye. Di civîna Parîse de peymanek îmze kirine. Bi wê peymanê Sûriye firotin. Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê jî li wir bû. Tirkiye li wir çi dikir? Tirkiye jî para xwe dixwaze. Tirkiye jî Helebê dixwaze. Biryarên Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve tên girtin. Wêzîrê Sûriyê Ahmed Şeybanî merivê MÎTê ye. Di nava wî û Colanî de nakokî hene. Tirkiye û ev kom li dijî peymana ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Şamê ve hatiye îmze kirin in. Ji bo wê jî ew tîfaq bi dizî çêdibin. Çima ew peyman dizî bû. Yanî li Parîse li ser çi li hev kirine. Xalên wê çibûn. Ji rayagiştî re nehat parvekirin. Hakan Fîdan û Erdogan dostên Filistînê ne an yên Îsraîlê ne. Rastiya wan jî derdikeve holê. Di 4ê Çileyê de şandeya HSDê li Şamê bû. Yên li dijî peymana 10ê Adarê hevdîtin xirab kirin. Ew van kiryaran naxwazin li Sûriyeyê çareseriyek pêşbikeve. Tirkiye ji bo êrişa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê israr kir. Beriya van êrişan jî çend caran êriş kirin lê nekarîn. Di vê êrişa dawî de Tirkiye bi hemû derfetên xwe derbas bû. Ew jî encama vê peymana Parîsê bû. Ji bo bala rayagiştî bikşînin ser vî şerî û bi dizî Sûriyê bifiroşin Îsraîlê jî ew êriş pêkanîn.”
‘Heke peymana 10ê Adarê bê binpêkirin rewşa Sûriyê dê xeter be’
Xerîb Hiso diyar kir ku ji bo şer hê mezintir nebe hewldanên wan berdewam dikin û wiha axivî: “Piştî êrişan hezên garantor jî derketin holê piştî bêdengiyê û hewldanên wan jî hene. Amerîka, Fransa û Îngilistan dewletên garantor in di hundirê Sûriyeyê de. Hewldanên wan ji bo çareseriyeke li gorî peyaman 10ê Adarê pêk were hene. Peymana 10ê Adarê li gorî pêşeroja Sûriyeyê ye. Pêkanîna vê peymanê dikare krîzan çareser bike. Lê ew Peyman were binpêkirin krîza Sûriyeyê bêhtir mezin dibe û dikeve xetereyeke mezin. Li Sûriyeyê hikumeteke fermî nîne. Tiştek fermî tune ye. Tenê kesên olperest û nîjadperest bi piştgiriya hinek dewletan xwe li Şamê kom kirine. Ji bo wê jî zehmetî hene. Li gelek welatan kesên cîhadîst hatine. Yanî ew dê çi ji peymanê fehm bikin. Peymana 10ê Adarê li gorî demokratîkbûyina Sûriyeyê bû. Lê kesên demokrat di nava vê hikumeta demkî de tune ne. Hikumeta Tirkiyeyê jî demokratîkbûyinê naxwaze. Di peymana 10ê Adarê de jî hinek tişt bi israra me hatiye qebûlkirin. Em amadene ku vê peymanê careke din bixin meriyetê. Wan bixwe ew peyman îmze kiriye. Neçarin ku li gor wê tevbigerin. Em jî dixwazin em wê peymanê bidin meşandin. Tevî ku em gihiştibûn qonaxeke girîng xwestin xirab bikin. Ji bo wê jî zehmetî hene lê hewldanên me jî hene.”
‘Ne bawer im êrişî herêmên din bikin lê bikin em amade ne’
Xerîb Hiso destnîşan kir ku komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê û di nava arteşa Sûriyeyê de dixwazin êriş bikin û aloziyan derbixînin. Xerîb Hiso diyar kir ku kesên destûr dabûn komên çekdar ku êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin niha bi paş ve gav avetine û wiha got: “Gefên van çeteyan hene. Lê ez bawer nakim bikarin êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Armanc ew bû ku li gor peymana Parîsê destûr bidin ku ev çete êriş bikin. Lê ji bo herêmên din rê nadin van çeteyan. Lê heke tiştek wisa çêbibe îmkan û tedbîrên me hene. Derfetên me jî hene. Em li ser soza ku me dayê Fermandar Zeyad Heleb in. Em ê parastina xwe bikin. Li Şêxmeqsûd gel li ber xwe da. Hemû gel dê li rex şervanên xwe parastina xwe bikin. Em rê nadin van çeteyan. Em naxwazin bigihije wê aste. Lê heke gihişt wê astê jî em amade ne. Em dixwazin peymana 10ê Adarê pêk were û çareserî pêk were. Em hevî dikin hezên garantor jî rol bilîzin û çareseriyeke demokratik pêk were. Dibe ku armanca Tirkiyeyê ew e ku di Sûriyeyê de êrişan derbixînê û civaka navdewletî mijul bike. Ji ber ku li Sûriyê çareserî pêk were dê mudaxaleya Îranê bikin. Li Îranê rejim were ruxandin Tirkiye tenê dimînê. Ji ber wê Tirkiye naxwaze rejime Îranê bikeve. Ji bo wê jî gefan dixwin û dixwazin li vir şer derxînin. Ew yek pêşiya aloziyên mezin vedike. Divê Tirkiye jî li gor aştiyê bifikirê. Li Bakur li gor zimanê aştiyê tevdigerin li vir jî zimanê dijminatiyê bikartînin. Tirkiye bi xwişk û biratiyê dikare xwe ji nav vê aloziyê derbixîne.”
‘Tirkiye dixwazê Halebê bike bajarê xwe’
Xerîb Hiso destnîşan kir ku Tirkiye di hemû şerên Sûriyeyê de rol lîstiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ne tenê rol lîstiye bixwe ketiye nava şer. Bi hemû derfetên xwe yên lêşkerî û îstîxbaratî ketiye şer. Li Şêxmeqsûd jî Tirkiyeyê bixwe şer kir. Rast e rast di nav êrişan de bû. Dironên wan li ezmanan hatin xistin. Tang û topên wan hatin ruxandin. Ew ji bo berxwedanê şerefeke mezin e. Armanca Tirkiyeyê jî ew bû ku Helebê bike bajarê xwe. Di Helebê de Elewî û Xirîstiyan jî hene. Tirkiye dê wan çawa qebûl bike. Ji bo wê jî Tirkiye nikarê Helebê bi rê ve bibe. Tirkiye bi Rêber Apo re hevdîtinan dike. Bi veşartî bi Rêveberiya Xweser re jî hevdîtinan dike. Ji aliyê din re jî bi hikumeta demkî ya Şamê re jî hevdîtin dike. Yanî Tirkiye li vir 3 dosyayan dide meşandin. Tirkiye bi vê helwestê dibe sedema parçebûna Sûriyeyê. Kareseteke pir mezin ji bo xwe û Sûriyeyê derdixîne û pêşeroja her du welatan xirab dike.”
Bêdengiya dewletên navneteweyî
Di berdewama axaftina xwe de Xerîb Hiso bal kişand ser bêdengiya civaka navdewletî û ev tişt gotin: “Saziyên navneteweyî yên mafê mirovan hemû bêdeng bûn. Dema Peyman hat îmze kirin hemû silav kir û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Lê kesî ji bo ew Peyman bikeve meriyetê kar nekir. Êriş dema pêk hatin bêdeng in. Piştî êrişan dibêjin em dikarin çi bikin. Ew jî diyar dike ku civaka navdewletî û saziyên navdewletî di nava xemsariyeke mezin de ne. Ne li gor exlaqê hiqûqa mafê mirovan e. Lê civak bi xwe dikare xwedî li xwe derbikeve. Em hevî dikin bi niha şûn ve bêdengî çênebe û bi awayekî li gorî pîvanên mirovahiyê tevbigerin. Dewletên ji xwe re dibêjin em demokrat in divê zêdetir deng derxistina. Lê wan jî tu deng dernexist.”
‘Divê çete derkevin ku gel bikare vegere taxan’
Di dawiya axaftina xwe de Xerîb Hiso tekildarî welatiyên ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin jî wiha axivî: “Ew hezên tarî ne. Bi ku ve birine ne diyar e. Sûcên pir mezin hatine kirin. Ji bo aqubeta kesên winda derxînin holê xebatên me jî berdewam dike. Bi hezên garantor re li ser vê yekê tekiliyên me berdewam dikin. Saziyên me yên Helebê, saziyên mafê mirovan û Rêveberiya Xweser di nava dan û standinê de ne û lêgerîneke wan heye. Kesên di bin kavilan de ma ne dê çawa derxînin kar û xebat tên kirin. Armanc ew e ku peymana 1ê Nîsanê bikeve meriyetê û welatiyên taxê vegerin cih û warên xwe. Hebûna çeteyan û MÎTê di taxê de ne cihê baweriyeyê. Bi vê yekê kes nikare vegere taxê. Divê ew çete, DAIŞ û MÎT ji taxan derkev in û welatî vegerin taxên xwe.”












