Rejîma Îslamî ya Îranê bi awayekî hovane çalakvanan dikuje. Li gorî dîmenên dawiyê gelek cenaze li eywanekê hatine komkirin û hinek cenaze hatine şewitandin.
Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên di 27ê kanûna 2025an de ji ber krîza aborî dest pê kiribûn, vegûherî serhildana li dijî Rejîma Îslamî. Hêzên rejîmê li dijî çalakvanan qetlîamên mezin pêk tîne û bi tundiyeke mezin dixwaze çalakiyan tepeser bike. Her wiha li seranserê Îranê înternet hatiye qûtkirin û agahiyên derheqê çalakiyan de tên astengkirin. Li dijî van kiryarên rejîmê, di asta navneteweyî de gelek bertekên mezin hatin dayîn û taybetî Amerîka gefan li rejîmê dixwe.
Gelek cenaze şewitî ne!
Li gorî dîmenên vê dawiyê hatine weşandin, gelek canezeyên çalakvanan li eywanekê hatine komkirin û welatî li wir cenazeyên xizmên xwe teşîs dikin. Derbarê cîh, bajêr an jî eywanê de tu agahî nehatine dayîn û tenê hatiye destnîşankirin ku ev dîmen yên van rojên dawiyê ne. Dîmen û wêneyên cenazeyan li ser hesabên medyaya dîjîtal û hesabên telegramê de hatine parvekirin û karesateke mezin nîşan dide. Di dîmen û wêneyan de tê xuyakirin ku gelek caneza hatine şewitandin. Lê nayê zanîn ku ka bi saxî an jî piştî kuştinê hatine şewitandin.













