Desteyên Hundirîn ên kantonên Reqa û Tebqayê qedexeya derketina derve ya qismî ragihand. Li her du kantonan qedexe ji saet 10ê êvarî heta 6ê sibehê ye.
Desteya Hundirîn a kantona Reqayê giştînameyek der barê qedexeya derketina derve li tevahî kantonê li darxist. Li gor giştinameyê qedexê di 10ê evarî destpêdike û heta 6ê sibehê berdewam dike. Desteyê diyar kir ku her kesê vê giştînameyê bin pê bike wê li gorî qanûnê rastî lêpirsînê bê.
Her wiha Desteya Hundirîn a Tebqayê jî giştînameyek der barê qedexeya qismî de li tevahî kantonê derxist. Saet ji 10ê êvarê heta 6ê sibehê qedexe dest pê dike.
Desteyên li her du kantonan bang li tevahî welatiyan kir ku pabendî giştînameyê bin, bi aliyên eleqedar re pabend bin, ji ber ku ev giştîmane dikeve çarçoveya parastina ewlehî û aramiya herêmê.













