• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Nêçîrvan Barzanî Amedspor pîroz kir

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Enqereyê li dijî êrişan çalakî: Em di Rojava de tawiz nadin

Enqere / AW

14 ÇILE 2026 - 21:55
Kategorî: ROJANE
A A
Bi pêşengiya ciwanan Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê li dijî êrişan çalakiya meşe li dar xist. Girseya astengiya polîsan nasnekir bi vêxistina meşaleyan û berzkirina dirûşmeyan bertek nişan dan.

Platforma Saziyên Demomratîk bi pêşengiya ciwanan li taxa Tuzluçayir a navçeya Mamakê ya Enqereyê li dijî êrişên komên çetê yên giredayî HTŞê û SMOyê li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dar xistin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Huseyîn Olan, Omer Faruk Hulagu endam û nûnerên saziyên giredayî platformê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Polîsan girseyê dorpeç kir û hewl dan çalakiyê asteng bikin. Girse di bin dorpeçê de pankarta li ser, “Berxwedana Rojava heza ciwanan e” vekirin û meşale pêxistin. Girseyê wêneyê fermandar Zeyad Heleb ku li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dabû rakirin û dirûşmeyên,”Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Kurdistan wê ji faşîştan re bibe goristan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Girseyê demek dirêj di bin dorpêçe de meşale pêxistin û dirûşm berz kirin. Her wiha ciwanan bi gotina stranan bertek nîşanî êrişan dan û piştgiriya berxwedêran kirin. Girse astengiya polîsan nasnekir xwest dorpeçê hilweşîne. Demekê di navbera polîs û girseyê de gengeşî çêbû. Girsê bi dirûşmeyan bertek nîşanî astengiya polîsan dan. Li ser israra girseyê polis neçar man ku dorpeçê rakin. Piştre jî girse bi meş û berzkirina dirûşmeyan derbasî parqa taxê bûn û li wir daxuyanî da.

‘Rojava xeta sor a Kurdan e’

Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiye Huseyîn Olan li wir axivî anî ziman ku HTŞê peymana 10ê Adarê û 1ê Nîsanê binpê dike û bi awayekî hovanê êriş dike. Huseyîn Olan bertek nîşanî hevkariya Tirkiyeyê ya bi çeteyên êrişkar da û wiha axivî: “Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran Kurd koçber kirin. Li nexweşxaneyê welatiyên sivil qetil kirin. Rojava rûmeta tevahî Kurdistanê ye. HTŞ êrişî bawerî û neteweyên cûda dike. Tirkiye jî piştgiriyê dide. Ew yek zirarê dide pêvajoyê. Ji aliyeki ve dibêjin xwişk-biratî ji aliyeki ve piştgiriyê bidin qetilkirina Kurdan nabe. Divê Tirkiye roleki erênî bilîze ne rolekî neyîni. Jixwe birêz Ocalan jî ew peyam da. Niha ji êrişî Tebqayê dikin. Lê Rojava dê li berxwe bide. Rojava xeta sor a Kurdan e. Em di Rojava de tawiz nadin. Em ê li her derê xwedî li mafên xwe derbikevin.”

Etîket: ciwanEnqeremesmeşale
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê çalakiya jinan: Em ê dengê hev bilind bikin

Li Stenbolê çalakiya jinan: Em ê dengê hev bilind bikin

2 GULAN 2026
Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

2 GULAN 2026
Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

28 NÎSAN 2026
Hevditina Ciwanan a li Wanê bi dawî bû

Hevditina Ciwanan a li Wanê bi dawî bû

26 NÎSAN 2026
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Cevzet Derse demildest berdin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Cevzet Derse demildest berdin

25 NÎSAN 2026
Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedspor derket Super Lîgê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Pîranê bi rengên biharê xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi sed hezaran kes dîmenê Amedsporê diecibîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (57)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne