Ciwanên Welatparêz li ser Bircên Amedê pankarta ku wêneyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Helebê yên ku jiyana xwe dest dan lê bû, daliqandin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê pankarta ku wêneyên berxwedêrên taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zedê yên Helebê li ser bû hat daliqandin. Ciwanên Welatparêz ji bo êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên girêdayî dewleta tirk şermezar bikin pankarta wêneyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundir ya Helebê yên ku jiyana xwe dest dan daliqandin.













