Çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê di nave rojê de 3 caran derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin.
Çeteyên girêdayî Heyet Tahrîr eş-Şam û Tirkiyeyê êrişên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Piştî êrişên li ser Dêr Hafîrê çeteyan êrişî derdora Bendava Tişrînê jî kirin. Di nava rojê de çeteyan 3 caran bombe li girê Syriatel û gundê Kişlî yên derdora bendava Tirşînê barandin.
Her wiha li gel êrîşên çeteyan, tevgera dronan jî li ser herêmê didome.













