Di êrişa çekdarî ya li bajarê Humsê de 2 ciwan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya ANHAyê di êrişa çekdarî ya li dijî dikanekê li kolana Hedara ya taxa Ekremê ya Humsê de 2 ciwan hatin kuştin. Hat diyarkirin ku çekdaran di hundirê dikanê de gule berdan ciwanan, di encamê de ciwanê bi navê Muhamned El Esed di cih de jiyana xwe ji dest da û ciwanek jî birîndar bû. Ciwanê birîndar tevî hemû hewldanan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.













