Li taxên Petrolkentê û Îpragazê yên Êlihê li dijî êrişên taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê ciwanan bi meşaleyan çalakî li dar xistin.
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li taxên Petrolkentê û Îpragazê li dijî êrişên li ser taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşaleyan çalakî hatin lidarxistin. Nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyan bûn.
Ciwanên ku bi meşaleyan çalakî li dar xistin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “HSD gel e gel li vir e” berz kirin.













