* Welatiyên li Pirsûsê tev li meşa piştgiriya ji bo Rojava bûn diyar kirin ku ew aştiyê dixwazin û li şûna ku dewlet divê ji bo aştiyê gav biavêje lê piştgiriyê dide êrişên li ser Rojava û gotin: “Gelê Kurd li dijî êrişên li ser Rojava rabûye ser pêya. Heta dawiyê em ê bi Rojava re bin û piştgirtiyê bidin wir.”
* Jinên li Bakurê Kurdistanê ji bo azadiyê û wekheviyê têdikoşin êrişên li ser Rojava û serhildana li Rojhilat Kurdistanê didomin nirxandin û gotin: “Îro li Rojhilat û Rojava çi dibe bila bibe, jin bi hêz pêşengiya vê berxwedanê dikin.”
* Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê kedkarê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakût di salvegera 4an a wefata wî de li ser gora wî
ya li Goristana Yenîkoyê bi bîr bîne. (14:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê li Parka Yilmaz Guney dê li dijî êrişên ser Rojava daxuyanî bide û piştre jî biçin PTTê bi daxwaza şer bê sekinandin ji Neteweyên Yekbûyî re name bişînin. (13:00)
* Rexistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, wê li dijî êrişên li ser Rojava li Çîmentepe ya Konakê bimeşe û daxuyaniyekê bide. (19:00)









