• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

    Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

    ‘Em ê heta dawiyê piştgiriya Rojava bikin’

    ‘Em ê heta dawiyê piştgiriya Rojava bikin’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 16ê ÇILEYA 2026an

    Ciwanan li taxên Êlihê çalakî li dar xistin

    Ciwanan li taxên Êlihê çalakî li dar xistin

    Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin

    Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

    Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

    ‘Em ê heta dawiyê piştgiriya Rojava bikin’

    ‘Em ê heta dawiyê piştgiriya Rojava bikin’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 16ê ÇILEYA 2026an

    Ciwanan li taxên Êlihê çalakî li dar xistin

    Ciwanan li taxên Êlihê çalakî li dar xistin

    Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin

    Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Felsefeya Jin jiyan azadî carek din dinyayê dihejîne’

Nûda Arici - Gulîzar Turkoz / AW

16 ÇILE 2026 - 10:26
Kategorî: JIN, MANŞET, VÎDEO
A A
Amed – Jinên li Bakurê Kurdistanê ji bo azadiyê û wekheviyê têdikoşin êrişên li ser Rojava û serhildana li Rojhilat Kurdistanê didomin nirxandin û gotin: “Îro li Rojhilat û Rojava çi dibe bila bibe, jin bi hêz pêşengiya vê berxwedanê dikin. Berxwedan û felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ dinyayê dihejîne.”

Di 6ê Çilê de çeteyên HTŞê û SMOyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê êriş pêkanîn û di êrişan gelek jin û zarok di nav de bi dehan welatî hatin kuştin. Hêrs û nerazîbûna li dijî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê berdewam dikin. Li aliyê din jî berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî rejîmê ji 28ê Kanûna 2025an ve berdewam dike. Xwepêşandanên gelên Îranê pêşî ji ber krîza aborî dest pê kir lê paşê veguherî berxwedana daxwazkirina azadiyê.

Di êrişan de herî zêde jin û zarok dibin hedef û tên kuştin. Her wiha di xwepêşandan û çalakiyan de jî dîsa herî zêde jin dibin hedefa êrişan. Berxwedan û têkoşîna jinên Kurd a li dijî van êrişan û di nav berxwedanê de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li pêş dikeve û jin vê dirûşma wek xeta xwe ya esasî pênase dikin.

Jinên li Bakurê Kurdistanê ku ji bo azadiyê li ber xwe didin û têdikoşin, bandora şer û êrişan a li ser jinan, li ser civakê ji ajansa me re nirxandin.

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Harîka Peker êrişên hêzên hegemonîk yên li ser Rojhilata Navîn bi bîr xist û got: “Hêzên hegemonîk dixwazin li ser gelan, jinan û hemû baweriyan bandora xwe çêbikin û şerê heyî berfireh bikin. Demeke dirêje ku şer welat bi welat berdewam dike. Li Sûriyeyê, Îranê, Iraqê û Lubnanê û gelek welatên din. Bi giştî Rojhilata Navîn wekî qada şer hatiye pênasekirin.”

‘Jin pêşengiya serhildanê dikin’

Harîka Peker diyar kir ku yên li Rojhilata Navîn herî zêde tên pelçiqandin jin in û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hêzên desthilatdar dixwazin jinan biçewisînin. Lê belê di sala 2022yan de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, jinan pêşengiya serhildanê kir. Ev serhildan bi pêşengiya ‘Jin jiyan azadî’ pêk hat û jinan got, ’em êdî dîktatoriyê qebûl nakin’ û ev yek bû hêzeke pir mezin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re rewşek derket holê ku jinan pêşengiya serhildanê kir. Serhildan bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ belav bû. Ev bû têkoşîneke mezin û li cîhanê belav bû.”

‘Kirinên DAIŞê li dijî jinan didome’

Harîka Peker bal kişand ser êrişên li dijî Rojava pêk tên û diqewime û got: “Di vî şerî de jî dîsa jinan pêşengiya têkoşînê kir. Lê belê li dijî jinan hêzeke hovane heye; wekî DAIŞ, HTŞ û yên mîna wan êriş dikin. Li ser sivîlan qetlîaman pêk tînin. Li dijî vê pêşengiya têkoşînê dîsa jinan kir. Wekî ku em dizanin Şoreşa Rojava, şoreşeke jinan e. Îro li Rojhilat û Rojava çi dibe bila bibe, jin bi hêz pêşengiya vê berxwedanê dikin”

‘Divê ev hişmendiya mêrperest a hovane ji holê were rakirin’

Harîka Peker erişên li ser gel û jinan şermezar kir û got: “Dîmenê hevalek şervan hate parvekirin, piştî şehadeta wê cenazeyê wê ji avahiyê hat avêtin. Bi rastî wan bi vê yekê dixwest peyamekê bidin têkoşîna azadiya jinan. Lê dîsa jinên berxwedêr bi ser ketin, zîhniyeta DAIŞê têk çû. Her ku diçe jin têkoşîna xwe berfirehtir û mezin dikin. Ji ber vê yekê em di şexsê wê hevalê de hemû şehîdên Rojava û Rojhilat bi bîr tînin û em dibêjin ku em ê têkoşîna wan heta dawiyê bimeşînin.” Harîka Peker di dawiya axaftina ev yek anî ziman: “Em ê wekî Tevgera Jinên Azad her dem li dijî vê hovîtiyê têbikoşin û li ber xwe bidin. Cangoriyên me îro ji me re mîraseke pir mezin hiştine; ev mîras mîrasa berxwedan û têkoşînê ye. Em jî li dû wan, em ê wê mîrasê mezintir bikin. Ez bawer im ku bi hêza jinan, ev hişmendiya mêrperest a hovane dê ji holê were rakirin.”

‘Berxwedaniya jinên Kurd tirs û xofê xistiye nav çeteyan’

Siyasetmedar Mulkiye Bîrtane jî diyar kir ku ev berxwedana niha li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê derketiye pêş bi saya jinan e û got ku jinên Kurd bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ev mijar ketiye rojeva hemû cîhanê. Mulkiye Bîrtane êrişên li ser jinan şermezar kir û got: “Gelo çima ewqas êrişên hovane li ser jinan tên kirin? Armanca van êrişên ku bi destê çeteyên DAIŞê û komên ku azadiya jinan naxwazin tên kirin. Armanca wan ew e ku têkoşîn û berxwedana jinan bişikînin. Sedem ev e. Lê ev şikestin heta niha bi salan e pêk nehatiye. Tirsa van çeteyan jî li ser vî esasî ye ku ew hemû pîvanên şer binpê dikin. Li dijî jinên ku li wir li ber xwe didin, hemû pîvanên şer tên binpêkirin û êriş li ser wan tên kirin. Destdirêjî, qetlîam, girtin û talankirina xwezayê, talankirina bajêr û jiyanê bi destê çeteyan li ser jinan tê meşandin. Mulkiye Bîrtane wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî nîşaneya tirsa ji îdeolojî û feraseta jinan e. Ji ber vê yekê ye ku heta niha jinên Kurd serî netewandine, têkoşîna xwe dane û di hemû çalakiyan de pêşengiyê dikin. Ji niha û pê ve jî ew pêşengî û çalakî dê her gav berdewam bikin. Em bawer in ku jin êdî hemû tirsên ku heta niha li ser mêjî û jiyana wan hatibûn ferzkirin, paşguh kirine û li pey xwe hiştine. Li ser vî esasî, hemû xebatên ku ji bo jiyaneke azad tên meşandin, dê bi têkoşîna jin û ciwanan pêş bikeve.”

‘Têkoşîna jinên Kurd dê bigihîje armanca xwe’

Cîgira Hevserokên Giştî yên DBPê Narîn Gezgor jî bal kişand ser dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û got: “Felsefeyeke girêdayî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan e ku azadiya jinan diparêze û girêdayî wê ye. Piştî serhildan û raperîna Rojhilatê Kurdistanê û piştî şehadeta Jîna Emînî, ev felsefe êdî ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye esasê jiyanê û felsefeya jiyanê. Her wiha Şoreşa Rojava jî ku bi pêşengiya jinan pêk hat, şoreşeke ku em dikarin jê re bêjin ‘Şoreşa Jinan’ e û jin pêşengiyê jê re dikin.” Narîn Gezgor bal kişand ser berxwedana jinên Rojava û got: “Di rewşa heyî de li Rojava, di kesayetiya jinan de êrişek li dijî şoreşa ku bi pêşengiya jinan hatiye avakirin tê kirin. Her wiha di kesayetiya laşê jinekê de, ango jinên ku jiyana xwe ji dest dane, êrişa tunekirinê li ser jinên azad tê meşandin.”

Narîn Gezgor di dawiya axaftina xwe de behsa serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistanê jî dîsa bi heman felsefeyê, jin li dijî dîktatoriyê, rejîma darvekirinê; serhildanekê pêk tînin. Em bawer dikin ku bi vê felsefeyê û bi vê armancê, têkoşîna azadiya jinên Kurd dê bigihîje armanca xwe.”

Etîket: Jin Jiyan AzadîJinên KurdRojavaRojhilatê Kurdistanêserhildana jin jiyan azadîŞoreşa RojavaTevgera Jinên Azad (TJA)
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

16 ÇILE 2026
Graham hişyarî da Şam û Enqereyê: Kurd hevpeymanên me ne

Graham hişyarî da Şam û Enqereyê: Kurd hevpeymanên me ne

16 ÇILE 2026
‘Em ê heta dawiyê piştgiriya Rojava bikin’

‘Em ê heta dawiyê piştgiriya Rojava bikin’

16 ÇILE 2026
‘Divê hunermend ji bo Rojava û Rojhilat çalak bin û serkêşiyê bikin’

‘Divê hunermend ji bo Rojava û Rojhilat çalak bin û serkêşiyê bikin’

15 ÇILE 2026
Ciwanan li gelek taxên Êlihê çalakî li dar xistin

Ciwanan li gelek taxên Êlihê çalakî li dar xistin

15 ÇILE 2026
Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê: Modela rojava dide nîşan ku pêkvejiyan pêkan e

Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê: Modela rojava dide nîşan ku pêkvejiyan pêkan e

15 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (549)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne