Meclîsa Jinan a Şaxa KESKê ya Wanê li pêşiya Baroya Wanê daxuyaniyek da û gotinên Rahmî Koç ên ku di vekirina nexweşxaneyekê de jinên Kurd kiribû hedef, şermezar kir. Her wiha diyar kirin ku ew gotinên ku jinên Kurd dike hedef qebûl nakin.
Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Kamûyê (KESK) li pêşiya Baroya Wanê ya li navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyek da û Rahmî Koç ê li dijî jinên Kurd gotinên zayendperest û nijadperest gotibû, şermezar kir. Di daxuyaniyê de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin avêtin û pankarta ‘Jin li kedê, aşitiyê, demokrasiyê, wekheviyê û azadiyê xwedî derdikevin’ hate vekirin. Gelek nûnerên platformên jinan ên bajêr jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt ve hate xwendin.
‘Ev polîtîkayeke şerê taybet e’
Fûnda Demîr Bozkûrt gotinên serokê Koç Holdingê Rahmî Koç ku di vekirina nexweşxaneyekê li Îzmîrê de di bin navê ‘çîrok’ de gotibû û jinên Kurd armanc girtibû, bi bîr xist û wiha got: “Em qet qebûl nakin ku ev gotin bi kenê bê pêşwazîkirin. Gotinên Rahmî Koç ne dikarin wek mîzah werin nirxandin û ne jî dikarin wek bûyerekî ferdî were dîtin. Ev derbirîna zayendperest û nijadperest a polîtîkayên şerê taybet e ku salan in li ser jinên Kurd ên ku ji bo azadî, wekhevî û hebûna xwe têkoşîn dikin, tê sepandin. Dixwazin jinên Kurd bi ziman, nasname, hebûn û têkoşîna wan armanc bigirin. Mixabin ne tenê jinên Kurd, hemû jin bi tundiya dewleta mêrane ya kapîtalîst her dem hatine biçûkxistin û kirine amûra siyasetê. Zimanê mêrane yê ku li ser laş û nasnameya jinan ava bûye, careke din rûyê qirêj ê pergala serdestiya mêran nîşanî me da.”
‘Zimanê dayikê bûye paranoyayeke îdeolojîk’

Di axaftinê de Fûnda Demîr Bozkûrt bal kişand ser zimanê dayikê û ev tişt anî ziman: “Di vê bûyera ku bin navê ‘çîrok’ de hatiye vegotin rastiyeke din a gelek tal jî heye. Jinên Kurd ku nikarin bi zimanê dayika xwe ji karûbarên giştî sûd werbigirin, kirine amûra mîzahê ya vê hişmendiya rizî. Her çend mafê wergirtina xizmetên tenduristî, perwerdehî û karûbarên giştî bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e jî, li Tirkiyeyê bi taybetî Kurd û gelên din nikarin bigihîjin vî mafê. Dayîna xizmeta bi zimanê dayikê ku di berpirsiyariya dewletê de ye, bûye rewşeke paranoyaya îdeolojîk.”
‘Divê li pêş raya giştî lêborînê bixwazin’
Fûnda Demîr Bozkûrt wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rahmî Koç, Binalî Yildirim û heyeta pêre divê li pêş raya giştî ji jinên Kurd lêborînê bixwazin. Tu sermaye û tu navenda desthilatdariya mêrane nikare rûmeta jinan bike amûra mîzahê. Em ê li dijî vê hişmendiya qirêj têkoşîna xwe mezintir bikin û aşitî, wekhevî û dadmendiyê bînin ser vê axê.”













