Civîna di navbera fermandarên HSD û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dêra Hafirê bi dawî bû.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û fermandarên Hevpeymaniya Navneteweyî li Dêr Hafirê civînek li dar xistin. Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn û endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Çiya Kobanê û fermandarên hevpeymaniyê beşdarî civînê bûn. Heyetê ango her du aliyan li Dêr Hafirê li kuçe û kolanan lêkolîn pêk anîn.
Derbarê naveroka civînê de hîn ti agahî nehatiye parvekirin.












