* Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim diyar kir ku êrişan piştî civîna Parîsê li ser planên Tirkiyeyê dest pê kiriyê û got: “Heke şer belav bibe hemû kes dê winda bike. Li Sûriyeyê dê careke din şerê navxweyî derkeve. Ji bo wê jî em dixwazin vegerin ser peymana 10ê Adarê û pirsgirêkan çareser bikin.”
* Hevberdevkê Têkiliyên Dervê yê DEM Partiyê Berdan Ozturk têkildarî êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê li dijî Rojava anî ziman ku dewletên navneteweyî li gorî berjewendiya xwe tevdigerin û got: “Dibêjin em ê careke din bi Sykes-Picotê Rojhilata Navîn dîzayn bikin, ew hesab naçe serî.”
* Endamê OHDê parêzer Eyup Aydenîz bal kişand ser êrişên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û got: “Divê mafê jiyanê were parastin lê mixabin mafê jiyanê ji bo Kurdan nehat parastin. ‘Hiqûqa şer’ ji bo Kurdan nayê nasîn.”
* Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê bi dirûşma “Em ê bi ruhê yekîtiyê bi ser bikevin” Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar bixe (09:00)
* Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed û Êlihê dê bi diruşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê çalakiya xwe li dar bixin. (12:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê dê li navçeya Cizîrê ji bo xwedîderketina li Rojava meşek li dar bixe. (14.00)
* Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Êlihê dê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li Kolana Gulistanê meş bê lidarxistin. (15:00)
* Şandeyeke ciwanan ku ji 17 kesan pêk tê û ji welatên wek Misrê, Iraq, Lubnan, Tûnûs û Mexrîbê hatine dê li Amedê hin serdanan bike.









