Hat ragihandin ku civîna li Hewlêrê ku Tom Barrack, Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Mesûd Barzanî tevlî bûn, bi dawî bûye û dê têkildarî naverokê daxuyanî were dayîn.
Têkildarî aloziya li Suriyeyê, îro li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di navbera Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî de civîn hat çêkirin.
Çavkaniyeke ji Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku di civînê de nîqaş li ser rawestandina şer, rewşa herêmê, siyasî û leşkerî hatiye kirin.
Hate diyarkirin ku di demeke nêzîk de li bendê ye têkildarî civînê daxuyaniyeke fermî bê dayîn.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku ev civîn di demekê de tê kirin ku êrişên çeteyên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta tirk a li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Niha jî di van kêliyan de şer dewame.













