Çeteyên HTŞ û SMOyê dema dixwestin bikevin Balefirgeha Tebqayê ketin kêmîna HSDê û di encama kêmînê de bi dehan çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji eniya şer hatine girtin çeteyên HTŞ û Tirkiyê dema dixwestin ber bi Balefirgeha Tebqayê li derdora balefirgehê ketin kêmîna hêzên HSDê.
Ji du komên çeteyan kes xilas nebû
Çavkaniyên agahî dan Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî kêmîn piştrast kirin û anîn ziman k udi navbera çeteyên ketine kêmînê û hêzên HSDê de demekê pevçûnên dijwar qewimîne.
‘Termên man li erdê ne’
Çavkaniyan anî ziman ku du yekîneyên çeteyan ketine kêmînê û ji wan kes xilas nebûye. Çavkaniyan daxuyand ku cenazeye bi dehan çeteyan li nêzîk balefirgehê li erde mane.













