* Hevserokên TEV-ÇANDê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kantona Cizîrê, derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de bal kişandin ser bêdengiyê û gotin: “Em nikarin spasiya hunermendên Kurd bikin, ji ber ku dengê xwe zêde bilind nekirin.”
* Serokê hikûmeta demkî ya Sûrî Ahmed Şara biryarnameyek xapandinê weşand. Ev biryarname tam dema ku êriş li ser Kurdan pêk dihatin, hat parvekirin. Ev xapandin êrişan bi xwe re anî.
* Delegeyên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mele Kasim Yîgît û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat ku tev li civîna înîsiyatîfê ya li Amedê hate lidarxistin bûn êrişên li dijî Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku yekane xelasiya gelê Kurd yekîtî û yekrêzî ye.
* Meclîsa Ziman a Konseya Bajêr a Amedê dê civîna xwe ya 2yemîn a asayî li ÇandAmedê li dar bixe. (13:00)
* Geşedan û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê-Sûriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê-Îranê dê bên şopandin.









