• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 8ê ADARA 2026an

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 8ê ADARA 2026an

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Êrişên li ser Rojava rawestînin!

Amed / AW

18 ÇILE 2026 - 14:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî êrişên li ser Rojava daxuyaniyek belav kir û banga rawestandina êrişan li çeteyên HTŞÊ û SMOyê kir.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk têkildarî êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û banga rawestandina êrişan kir. Înîsiyatîfê diyar kir ku hikumeta demkî ya Şamê li hemberî daxwaz û pirsgirêkên gelan amûrên demokratîk bi kar naîne, hertim serî li “bijardeya leşkerî” dike û da zanîn ku bi bijerdeya leşkerî siberojeke aştiyane û hevpar ava nabe.

Daxuyaniya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk wiha ye:

“Bi bijerdeya leşkerî siberojeke aştiyane û hevpar li sûriyeyê ava nabe!

Ji ber şerê navxwayî ya Sûriyeyê bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan kes birîndar û koçber bûn. Her ku rastiya qada Sûriyeyê ya pirreng û piralî hat înkarkirin, li ser gel û baweriyan komkujî hatin pêkanîn, polîtîkayên zext û zordariyê hatin meşandin.

Piştî têkçûna rejima Baasê, hemû pêkhateyên Sûriye îro jî di qonaxeke krîtîk de derbas dibin. Lewra dixuye ku an li Sûriyeya nû dê ji bo her kesî pergaleke demokratîk were avakirin, an rejima Baasê dê xwe di şexsiyeta HTŞê de jinûve bide jiyandin.

Êrîşên ku li ber çavên cîhanê li ser Durzî, Elewî û Kurdan pêk tên, hêviya siberojeke aştiyane û demokratîk ji holê radike. Hikumeta Demkî ya Şamê li hemberî daxwaz û pirsgirêkên gelan amûrên demokratîk bi kar naîne, hertim serî li “bijardeya leşkerî” dike. Em hemû aliyan hişyar dikin ku bi israra şer û bijerdeya leşkerî siberojeke hevpar li Sûriyeyê ava nebû, ji niha şunde jî dê ava nebe.

Tevî xebatên dîplomatîk û gavên niyeta baş ên Kurdên Sûriyeyê, êrîşên komên çekdar ên bi girêdayî Hikumeta Şamê didomin. Ji ber êrîşên li dijî Kurdan, DAÎŞ jî xwe dîsa zindî dike û bi destwerdana hin dewletên herêmî li ser pergala demokratîk a Rojava êrîşeke piralî tê meşandin. Lewra tirsa rejima HTŞ û hin hêzên herêmî ew e ku pergala ku Rojava ji aliyên gelan ve hatiye avakirin bibe mînakeke demokratîk.

Êrîşên li ser Tebqa, Reqa û Dêrezorê nayên qebûlkirin û bi van êrîşan hemû hevpeyman cardin tên binpêkirin. Dîyar e ku ligel hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd, Hikumeta Şamê û hin hêzên herêmî dixwazin ku di navbera şêniyên herêmê de aloziyên etnîkî û olî bidin destpêkirin. Divê encama van êrîşan di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ji aliyê hemû dewletên garantor baş were hesabkirin.

Bi berdêlên giran tê tecrûbekirin ku di pergal û feraseta HTŞê de tu mafên gel û baweriyan, tu berjewendiyên aborî ne di ewlehiyê de ne. Tevî banga diyalog û bicihanîna Hevpeymana 10ê Adarê li ser Rojava êrîşên hovanê nayên rawestandin. Hemû gelên cîhanê dizane ku gelê Rojava bi berdêlên giran li dijî DAÎŞa hov şer kir û rûmeta mirovahiyê parast. Ji ber vê, dora hemû mirovahiyê ye ku li dor Rojava kom bibe û li şoreş û pergala Rojava xwedî derkeve.

Em bang li Hikumeta Şamê ya Demkî û komên tundrew ên HTŞê dikin ku êrîşên li ser Rojava bi dawî bikin. Di heman demê de di serî de DYA, hêzên koalîsyanê ên navneteweyî û dewletên garantor rola xwe bilîzin û li dijî binpêkirin û êrîşan gavên adilane û berbiçav biavêjin. Dîsa divê Tirkiye jî sekna xwe ya neyînî ya dijî maf û destkeftiyên gelê Kurd biguhere û roleke avaker bilîze.

Ji Japonyayê heta Amerîkayê, ji Mehabad heta Hewlêr û Amedê Rojava xeta sor a hemû Kurdan e. Dil û ruhe her Kurdekî ligel Rojavayê ye. Ji ber vê ye kêsên ku dixwazin xwişk û biratiyê ava bikin, divê di serî de nêrîna xwe ya dijminane ya li dijî Rojava biguherînin. Em bang li gelê Kurd û dostên wan dikin ku bi ruhê azadiyê yek bin, piştevaniya xwe xurttir bikin. Lewra her êrîşeke li Rojava tê kirin, li hemû Kurdan tê kirin; serkeftin û parastina destkeftiyan ancax bi yekîtiyê pêkan e.”

Etîket: çeteyên HTŞê û SMOyêÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Kobanê warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye

27 SIBAT 2026
Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

25 SIBAT 2026
Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

21 SIBAT 2026
Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

19 SIBAT 2026
Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

18 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (288)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne