* Nivîskar û nûnerên rêxistinên sivîl diyar kirin ku êrişên li ser Rojava bi tundî şermezar dikin û gotin: “Êrişên li ser Rojava nayê qebûlkirin. Em ê li dijî êrişan bisekinin.”
* Serokê DTSOyê Mehmet Kaya diyar kir ku aboriya herêmê ji tekstîlan bigire heta fînansê di nav krîzê de ye û ji pêvajoya aştiyê heta bazirganiya sînorî jî di nav krîzê de ye û got: “Ev rewşa krîzê niha tenê ne girêdayî aboriyê ye, rasterast bi neçareserkirina pirsgireka Kurd ve girêdayî ye.”
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê ji bo xwedîderketina li Rojava dê meş û daxuyanî bên lidarxistin. (12:00-19:00)
* Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, dê li ser gora xwe ya li Goristana Hecibekîr ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bê bibîranîn. (13:00)
* Heyetek Rêveberiya Xweser a Rojava bi serokatiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî dê li Şamê ligel rayedarên Hikûmeta Demkî bicive.










