Ji Swêdê heta bi Spanyayê Kurdistanî li gel dostên xwe ji bo birêxistinkirina berxwedana li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Di çalakiyan de êrişên li ser gelê Kurd û bêdengiya Ewropayê hate şermezarkirin.
Li gelek bajarên Ewropayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan, êirşên çeteyên HTŞê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Viyana
Li Viyanayê di çalakiya bi pêşengiya DemKurdê de bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe li hev kom bûn. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir û piştre têkildarî êrişên li ser Rojava axaftin hatin kirin.
Nûrcan Guleryuz bi navê Meclîsa Jinan a Avesta axivî û qala êirşên ji Helebê heta bi Rojavayê Kurdistanê yên li ser Kurdan kir.
Çalakî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.
Bernameya çalakiyên li Viyanayê bi vî rengî ye:
20.01.2026 – 18.00, Schwedenplatz
21.01.2026 – 18.00, Christian Broda Platz
22.01.2026 – 18.00, Oper – Konsolosxaneya TC
23.01.2026 – 18.00, Opera – Konsolosxaneya Sûriyeyê
24.01.2026 – 16.00, Votiv Park – Konsolosxaneya DYAyê
Helsingborg
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Helsingborg ê Swêd bi çalakiyekê êrişên çeteyên HTŞê, çeteyên DAIŞê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, şermezar kirin. Girseya gel bi dirûşma ‘Ruhê Kobanê li hev kom bû û dirûşmên dilsoziya bi Rojava re qîriya.Her wiha hate destnîşankirin ku ew piştgiriyê didin seferberiya li Rojava û Kurdistanê hatiye ragihandin û wê çalakiyên xwe bê navber dewam bikin. Bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê hate kirin ku bibin dengê Rojava. Li pêşiya Helsingborg Centralstation jî têkildarî mijarê belavok hatin belavkirin.
Barcelona
Li bajarê Barcelona yê Spanyayê artêşa çeteyên HTŞê û DAIŞê ku êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.
Di daxuyaniya li çalakiyê de hate gotin, “Ew diyalogê naxwazin; ew dixwazin tola serketina Kobanê hilînin, lewma êriş dikin.”
Girseya gel bi yek dengî dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” qîriya.
Lubeck
Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê bi pêşengiya Civaka Azad Lubeck meşeke girseyî hate lidarxistin û êrişên li ser Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de bêdengiya dewletên Ewropayê bi tundî hate rexnekirin û hate ragihandin ku gotinên li ser demokrasî û mafên mirovan dema mijar dibe gelê Kurd vediguherin durûtiyê.
Berlîn
Li paytexta elmanyayê Berlînê, rêxistin û saziyên Kurd, Elewî û Durzîyan li dijî komkujiyên ku li Sûriyê bi destê çeteyên dewleta Tirk û HTŞê têne kirin, çalakiyeke mezin a protestoyî lidar xistin.
Bi pêşengiya Navenda Berlînê ya Kurd û dostan, zêdetirî 10 hezar kes ji qada Bundeskanzleramtê ber bi qada mîtîngê meşiyan.
Meş ji ber astengiyên polîsên elmanî bi derengî destpê kir. Polîs, tevî ku di meşê de alên PKK û wêneyên Rêber Apo tune bûn, bi hincetan hewl da ku çalakiyê asteng bike.
Tevî van astengiyan jî girse bi dirûşmên xwe heta qada Brandenburger Torê meşiyan. Dema ku girse nêzî qada çalakiyê bû, polîs xwest ku beşdaran bêyî alên Kurdî bikevin qadê. Parlamentera Elmanyayê Cansu Özdemir di vê çarçoveyê de bi polîsan re hevdîtin kir, lê encamek nehat bidestxistin.
Piştî vê, ciwan bi sloganên “Bijî berxwedana Rojava” astengiyên polîsan derbas kirin û ketin qada çalakiyê. Li qadê de girseyên Kurd, Durzî û Elewî bi hev re komkujiyên ku li Sûriyê bi destê çeteyên dewleta Tirk û HTŞê têne kirin protesto kirin.
Di çalakiyê de jî parlamentera Elmanyayê Cansu Özdemir, siyasetmedar Feleknaz Ûca û Nuran Îmîr, hevserokên Nav-Belê û hevserokê KON-MEDê Kerem Gok beşdar bûn. Di axaftinan de banga xwedîderketina li berxwedana HSDê û Rojava hat kirin û her wiha li dijî komkujiyan banga çalakiyên bênavber hate kirin.
Çalakî demek dirêj dewam kir û di dawiyê de polîsên Elmanî girse belav kirin.
Amsterdam
Piştî ragihandina seferberiyê ya ji bo Rojava weke li gelek bajarên Ewropayê li Hollandayê jî çalakiya şermezarkirinê hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî li ber Strasyona Trenê ya Navendî ya Amsterdamê li hev kom bûn û êrişên hikumeta Colanî ya cîhadîst şermezar kirin.
Di çalakiyê de bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî êrişên li ser Rojava jî hate şermezarkirin.
Bonn
Kurdistaniyan li bajarê Bonn ê Elmanyayê êrişên çeteyên HTŞ û DAIŞê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, şermezar kirin.
Freibûrg
Li bajarê Freibûrg ê Elmanyayê êrişên li ser Rojava bi mîtîngekê hate şermezarkirin.Mîtînga li Synagogeplatzê bi beşdariya gelek kesan pêk hat. Di çalakiyê de piştgirî ji gelê Rojava re hate dayin.
Hate ragihandin ku her êvarê saet di 18:00 de li dijî êrişên li ser Rojava wê li heman qadê mîtîng bê lidarxistin.













