Şêx Murşîd Xeznewî li ser hesabê xwe Xê wêneyek şervanên YPJê parve kir û di peyama xwe de got: “Em ax û rûmeta xwe neparêzin, wê kî biparêze?”
Şêx Murşîd Xeznewî li ser hesabê xwe Xê wêneyek şervanên YPJê parve kir û bal kişand ser berxwedana Rojava. Şêx Murşîd Xeznewî di peyama xwe de Kurd û berxwedana Rojava nîşan da. Xeznewî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya parastina axê û destkeftiyên gel û wiha got: “Ez ê heta fîşeka xwe ya dawî li cem şervanên Kurd bimînim û di nava berxwedana Rojava de cih bigirim.”
Şêx Murşîd Xeznewî destnîşan kir ku parastina Rojava ne tenê erkeke leşkerî ye, di heman demê de erkeke olî û wîjdanî ye. Xeznewî diyar kir ku ew ê di van rojên dijwar de gelê xwe bi tenê nehêle û li dijî her cure êrişan dê li qadan be.
Xeznewî herî dawî bang li hemû pêkhateyên Kurdistanê kir ku li dora berxwedana Rojava bibin yek û got: “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez li Rojava me.”













