Gelê başûr şevê din li Silêmanî, Hewler û Duhokê ji bo piştevaniya Rojava şev li qadan derbas kir. Li Duhokê gel meşiya ber sefaterxaneya Tirkiyeyê û ala Tirk daxist xwarê.
Gel şevê din li çar parçeyên Kurdistanê û welatên cîhanê ji bo êrîşên HTŞ, SMO û çeteyên girêdayî we şermezar bike û piştgiriyê bidin Rojava daketin qadan. Li Silêmanî, Hewler û Duhokê bi deh hezaran welatî daketin hatan û heta serê sibê li qadan çalakî li dar xistin. Li Duhokê, şêniyên bajêr ji bo piştgiriya Rojava daketin kolanan û êrîşî nivîsgeha vîzeya Tirkiyê kirin. Ciwan ketin nivîsgeha Vîzeyê û ala tirk daxistin xwarê.













