Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê gel tevahiya şevê ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser pêyan bû.
Gelê Başûrê Kurdistanê di çarçoveya bangawaziya seferberiya neteweyî de li gelek bajarên Bakurê Kurdistana meş li dar xistin û daxuyanî dan. Gelê daket kolanan piştgirî da berxedana Rojava û banga tevlibûna serferberiyê kir.
Li Hewlêr, Silêmanî, Kelar, Keladizê, Ranya, Koye, Dihok, Kerkûk, Zaxo, Hacîawa, Mexmûr û gelek bajrok û navçeyên din bi deh hezaran kes daketin kolanan. Girseyên meş li dar xistin bi sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta gelê Kurd e” piştgirî da têkoşînê.
Her wiha di xwepêşandanan de bêdengiya hêzên navneteweyî jî hate şermezarkirin û ji rêveberiya Hekêma Kurdistanê hate xwestin ku bikeve nav tevgerê û piştgiriya pêwîst bide û Deriyê Sêmalka were vekirin.













