Gelê Dirbêsiyê di çarçoveya şerê gelê şoreşger de tev li seferberiya neteweyî bû û tevahiya şevê bi çek û sloganan nobet girtin.
Bangawaziya serferberiya neteweyî ya Rêveberiya Xweser li Kurdistanê deng veda. Ligel xwepêşandanên tevahiya Kurdistan û dîasporayê gelê Rojava jî bi çekên xwe tev li seferberiyê bûn. Ji van navçeyan jî yek Navçeya Dirbêsiyê ya Qamişloyê bû. Ji heftê heta heftê salî gel çekên xwe girtin û tevahiya şevê li sengeran nobet girtin. Komên gel berî dest bi nobetê bikin hatin gel hev û sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Kurdistan” berz kirin.
Komên nobetê bi destpêka sibê peywir dewrî komên nû kirin. Berxwedana gel di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de didome.













