Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Colanî li Rojavayê Kurdistanê paqijiya etnîkî li herêmên Kurdan dikin û got: “Dibe ku Helebce û Enfal, li Suriyeyê duabere bibe.”
Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman derbarê êriş û komkujiyên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir. Ramî Ebdulrehman diyar kir ku di serdemeke pir hesas de derbas dibin û li gor vê hesasyetê divê helwest bê nîşandin.
Ramî Ebdulrehman anî ziman ku komên çekdar ên beredayî ku li rex hêzên hikûmetê şer dikin, li herêmên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê qirkirina nijadî dikin û got: “Dibe ku Helebce û Enfal carek din li Rojava bi destê komên çete li dijî Kurdan dubare bibe.”













