Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî diyar kir ku tiştên li Rojava tên pêkanîn nayên qebûl kirin û daxuyand ku gelê Kurd li hemberî êrişên li dijî Rojava bêdeng namîne.
Serokê Giştî yê YNKê Bafil Celal Talabanî derbarê êrişên çeteyên DAIŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Talabanî ewil êrişên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar kir û wiha got: “Kiryarên li Suriye û Rojavayê Kurdistanê diqewimin nayên qebulkirin û divê werin rawestandin. Gelê Kurd bêdeng namîne û wê paşguh neke.”
Talabanî di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku gelê Kurd li Rojave bedelên giran dane û ev tişt gotin: “Rojava dijî şerê DAIŞê bi hezaran keç û kurên xwe ji dest dane, cîhanê parast û di berdelê wê de bedelên mezin daye. Ew hêjayî rêz, rûmet parastina rastin.”
Talabanî herî dawî jî ji bo parastina xelkê sivîl bang li Yekîtiya Ewropa, Amerîka û gelê Amerîkayê kir ku bê dudilî û berpirsyarane tevbigerin.













