Baroyên Bakurê Kurdistanê bi boneya êrişên li hemberî çalakiyên ji bo Rojava tên kirin daxuyaniyek weşand û diyar kir ku mafê xwepêşandanê mafek zagonî û rewa ye. Baroyan xwest ku kesên hatine biçavkirin demildest serbest bên berdan.
Baroyên Bakûrê Kurdistanê têkildarî êrişên li dijî çalakiyên bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê pêk tên, daxuyaniyek hevpar a nivîskî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê ji bo berteka xwe ya li dijî êrişên li ser Rojava nîşan bide rastî destwerdan û binçavkirinê hatine. Mafê xwepêşandanê ku di bin ewlehiya makezagon û peymanên nav nedeweyî de ne, bi biryarên keyfî û fîilî hatine asteng kirin.
Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin piştî Êlih û Amedê li Wan û gelek deverên din xwepêşandanên demokratîk hatine astengkirin û ev tişt gotin: “Di encama bikaranîna şidetê de gelek kes hatine binçavkirin. Di navbera wan de Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan û Serokê Baroya Wanê Prz. Sînan Ozkiraz jî heye. Ev nîşan dide ku destwerdan li dijî tevlêbûna demokratîk û parastinê ye. Di daxuşaniyê de hate xwebtin ku kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan û rêz ji mafê zagonî yê xwepêşandanê re bê girtin.








