Komek din a ji Başûrê Kurdistanê ku ber bi Rojavayê Kurdistanê ve derketibû rê ji Deriyê Pêşxabûr-Sêmalkayê derbasî Rojava bû.
Çûna xelkê Bakur û Başûr a ber bi Rojava ve berdewam dike. Komek din a ciwanên Başûrê Kurdistanê yên li ser banga seferberiya neteweyî derketibûn rê gihiştin Rojava. Ciwan bi ser Deriyê Pêşxabûr-Sêmalkayê re derbas bûn û ketin nav axa Rojavayê Kurdistanê.
Ciwanan dirûşmên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin û dê tev li parastina Rojavayê Kurdistanê bibin. Ciwanan bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê kirin û ji bo parastinê xwe bigihînin Rojava.














