Kurdên li Marsiliyayê dijîn êrişên li ser Rojava şermezar kirin û ji Yekîtiya Ewropayê xwestin berpirsyariya xwe ya exlaqî bi cih bînin.
Kurdên li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê ji bo êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd ê li Rojava şermezar bikin, li ber Nûnertiya Marsîlyayê ya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de bang li Yekîtiya Ewropa û raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî êrişên li ser gelê Kurd bikevin nava liv û tevgerê. Çalakgeran diyar kirin ku bûyerên li Rojava diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropa bêdeng nemîne.
Çalakî dê wekî nobetê tevahiya rojê berdewam bike.












