Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Kantona Cizîrê tevlîbûna xwe serferberiya giştî bi daxuyaniyekê ragihandin.
Li ser banga serferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji bo parastinê herêmê ragihandine, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên jinan a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê hat dayîn. Eendama Koordînasyona Kongra Starê Gulîstan Gulo daxuyanî xwend.
‘Em ê seferber bibin’
Gulîstan Gulo destnîşan kir ku ew li ser banga seferberiya giştî ya ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye kirin daxuyaniyê didin. Gulistan Gulo di daxuyaniyê de anî ziman ku ew jî ji bo parastina Rojava tev li seferberiyê dibin.
‘Em ê gel û destkeftiyan biparêzin’
Gulîstan Gulo di daxuyaniyê de bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êriş û komkujiyên li dijî jinan û gelê li herêmê da û ev tişt gotin: “Em jin tu carî xaka xwe bernadin. Em ê gel û destkeftiyên xwe biparêzin.” Daxuyanî bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.












