Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan wê girêdayî peymana agirbestê ya hikûmeta Şamê bibin û hate gotin; “Heya ku êrîşî hêzên me neyê kirin, em ê tu operasyonên leşkerî dest pê nekin.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê nivîskî agirbest ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em pabendbûna tevahî ya hêzên xwe bi peymana agirbestê ya ku bi hikûmeta Şamê re hatiye kirin radigihînin û piştrast dikin ku heya ku di pêşerojê de êrîşî hêzên me neyê kirin, em ê tu operasyonên leşkerî dest pê nekin.
Em her wiha vekirîbûna xwe ji bo rêbazên siyasî, çareseriyên danûstandinkirî û diyalogê, û amadebûna xwe ji bo pêkanîna peymana 18ê Çileyê bi awayekî ku dê ji bo kêmkirina rageşiyê û pêşvebirina aramiyê xizmet bike, piştrast dikin.”













