* Parlamenterê DEM Partiyê yê Riha Ferît Şenyaşar êrişên li ser Rojavayê şermezar kir û got: “Dilê gelê Kurd li Rojava ye. Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê bimeşin ser sînor.”
* Endam û rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên Sêrtê diyar kirin armanca dewleta Tirk û çeteyên HTŞê û DAIŞê têkbirina destkeftî û têkoşîna gelê Kurd e û gotin: “Dixwazin komkujiyeke nû bînin serê gelê Kurd û rojavayê Kurdistanê.”
* Welatiyên ku li dijî êrişên li ser Rojava duh berê xwe dan ser sînorê navbera Nisêbîn û Qamişloyê bang li hemû gelê Kurd kirin ku xwedî li Rojava derkevin û gotin: “Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin.”
* Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku hêzên navneteweyî bi taybet dewleta Tirkiyeyê piştgiriyê dide HTŞê û SMOyê û got: “Nav HTŞ ye lê ew DAIŞa nûjen e. Divê îro li dijî DAIŞa nûjen tevahiya cîhanê li cem gelê Kurd bisekine.”
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê li Nisêbîn û Serêkaniyê ji bo xwedîderketina li Rojava meş û daxuyanî bên dayîn. (10:00)
* Baroya Amedê, Şaxa ÎHDa Amedê û Şaxa OHDa Amedê ji bo xwedîderketina li Rojava dê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (12:00)
* Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya xwedîderketina li destkeftiyên Rojava dê li ber ÇandAmedê daxuyanî bide. (13:00)
* Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê dê li ber AZC Plazayê êrişên li ser Rojava şermezar bike. (17:30)
* Heyetek ku ji Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û serok û nunerên rêxistinên sivîl pêk tê dê serdana Rojava bike.









