Gelek partiyên siyasî ji bo êrişên li ser Rêveberiya Xweser tên meşandin şermezar bikin dê sibê tev li meşa li Pirsûsê bibin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu, Parlementera EMEPê Sevda Karaca, Serokê Giştî yê EHPê Hakan Ozturk, Hevserokê Giştî yê ESPê Murat Çepnî, Hevserokê SYKPê Mertcan Tîtîz, Berdevka SODAPê Kezbaan Konûkçû, Berdevka TOPê Jûlîana Gozen, nûnerên partiyên Yeşîl Sol Partî, Partiya Şoreşker û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Kurdistanê sibê diçin navçeya Pirsûsa Rihayê.
Dê bimeşin ser sînorê Kobaniyê
Nûnerên partiyan û rêxistinên civakî dê tev li meşa sibê seat 13.00an ji Pirsûsê ber bi sînorê Kobaniyê ve bê lidarxistin, bibin. Her wiha nûnerên partiyan dê li vir peyamên piştgiriya Rêveberiya Xweser bidin.













